‘Em ê dev ji daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber re bernedin’

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên ji Efrînê, xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman. Şêniyan dan zanîn ku ew  bi bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan bawer in û ew wekî "rizgarkerê serdemê" bi nav kir.

‘Em ê dev ji daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber re bernedin’
2 îlon, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û koçberên ji Efrînê, xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman.

Heyfa Mihemed, koçbereke ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ye, daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Apo re nameyek nivîsandiye û aniye ziman ku ew bi têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo rizgarkirina civakê û jinan serbilind e.

Heyfa got, "Min nameya xwe nivîsand da ku spasdariya xwe ji bo hebûn û berxwedana wî diyar bikim. Ev tiştê herî kêm e ku em dikarin bikin ji bo azadiya wî ya fîzîkî."

Heyfa wiha dewam kir, "Ege ne ramanên wî ba, me doza xwe û mafên xwe nedizanî. Ji ber vê yekê, divê em ramanên wî veguherînin gavên pratîkî ji bo avakirina civatek demokratîk."

Heyfa Mihemed ev li gotinên xwe zêde kir"raman û xebatên ji nû ve nivîsandina dîrokê û avakirina civatek demokratîk, ew kir 'rizgarkerê serdemê û dîroknasê berxwedanê'

Sîvana Osman jî ji koçberên Efrînê ye, destnîşan ku her çend wê berê qet Rêber Abdullah Ocalan nedîtiye jî, xwendina ramanên wî û fêrbûna banga wî ya ji bo "aştî û civatek demokratîk" xwesteka dîtina wî li ba wî zêde kir.

Sîvana got, "Ramanên wî civakan ji kaosa modernîteyê rizgar dikin û wan ber bi aştiyê ve dibin. Em jî berpirsiyarê serkeftina vê pêvajoyê ne, wekî çawa ew ji bo azadiya gelan têkoşiya. "

Şêniyê bi navê Cemal Ecac baweriya xwe ya bi ramana Rêber Abdullah Ocalan û hêza wî ya ji bo bidestxistina aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên mayî yên li Rojhilata Navîn, anî ziman.

Ecac destnîşan kir ku "Manifestoya aştî û civaka demokratîk, ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye dayin, belgeyeke berfireh e ku xwezaya gerdûn û mirovahiyê rave dike û çareseriyan ji bo pirsgirêkên sereke, di nav wan de pirsgirêka Kurd pêşniyar dike, lewma xwesteka me ya hevdîtina wî xurt zêde bû. "

Foruma Ewropî ya Azadî û Aştiyê di 5`ê Hezîranê de kampanyayek navneteweyî bi navê "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtin Bikim" da destpêkirin. Bi hezaran Kurd û dostên wan li çar aliyê cîhanê, di nav de nivîskar, rewşenbîr û hunermend, tevlî kampanyayê bûn.

(k)