Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin

Li Hesekê bi beşdariya 500 rûspiyên eşîrên kantona Cizîrê û hundirê Sûriyeyê merasîma lihevanîna eşîra Sade El Niêm û El Cihêş hate lidarxistin.

Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
Eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev hatin
12 ÇILE, 2024   19:25
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Leşkerî ya Hesekê bi hevkariya Meclisa Rûspiyan a rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb merasîma lihevanîna eşîra Sade El Niêm û El Cihêş li dar xist. Merasîm li taxa Telai ya Hesekê hate lidarxistin.

Merasîm bi beşdariya 500 rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb; Tey, El Cibor, El Şemer, Igêdat, Begara, Xewatine, Meamire, Şerabîn, Kêkan, Meliye û Gabara yên ji kantona Cizîrê û hunerê Sûriyeyê hate lidarxistin.

Nakokiya di navbera eşîra Sade El Niêm û El Cihêş a Hesekê de ji beriya 6 mehan ve ye, di encamê de yek ji ferdên eşîra El Cihêş hatibû kuştin.

Serokê Medclisa Rûspiyan a Hesekê Ekrem Mehşoş bixêrhatina tevahî êlên beşdarî merasîmê bûne kir û wiha got: "Em spasiya tevahî kesên hiştiye ev her du eşîrên Sade El Niêm û El Cihêş li hev werin, dikin."

Mehşoş wiha domand: "Di navbera eşîrên kantona Cizîrê û Sûriyeyê de têkiliyên xurt hene, ew mozaîkeke xurt in û nayên jevkirin. Tu cudahî di navbera eşîran de tune ye."

Berdevkê eşîra El Niêm a Hesekê Elî Salih Sedon axivî û got: "Em spasiya eşîra El Cihêş dikin ku beşdarî merasîma lihevanînê bûye. Em spasiya tevahî kesayetên civakî dikin ku beşdarî vê merasîmê bûne."

Berdevkê eşîra El Cihêş Mihemed El Zîbo jî wiha got: "Tevahî êl û eşîrên li Hesekê yek mozaîk in. Şaştî çêdibin, lê em bi yekitiya xwe derbas dikin."

Peymana lihevanînê ya di navbera her du eşîran de berdevkê êla Igêdat Hisên El Ebrez xwend.

Merasîma lihevanînê bi silavdayînê û îmzekirina li ser peymana lihevanînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA