Ji ber topbaranê kehrebe li ser Eyn Îsayê qut bû

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên navçeya Eyn Îsayê de kehrebe li ser dehan gundên qut bû.

Ji ber topbaranê kehrebe li ser Eyn Îsayê qut bû
12 ÇILE, 2024   19:26
EYN ÎSA

Îro ji serê sibê ve dewleta Tirk a dagirker dundên Girê Spî topmaran dike. Di encama topbaranê de xeta kehrebê ya li nêzî gundê Cidêde yê li rojavayî Eyn Îsayê ku kehrebeyê dide kargeha Lafarge topbaran kir, di encamê de kehrebe li ser dehan gundên Eyn Îsayê qut bû. 

Li gorî komîteyên pispor, kehrebe ji gundê Cidêdê heta bi navçeya Curn û heta bi sînorê Sûriye-Tirkiyeyê qut bûye.

Tîmên tamîrkirinê ji ber topbaranê nikarin xwe bigihînin wir û xetê tamîr bikin.

 (fr)