Eşîran pêşwaziya peyama Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên li Hesekê destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan bangeke ji bo aştî û xurtkirina xwişk û biratiya gelan e. Rûspiyan peyam wek “belgeyeke hezkirinê” bi nav kir.

Eşîran pêşwaziya peyama Rêber Abdullah Ocalan kir
16 îlon, 2025   14:09
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên bajarê Hesekê der barê peyama Rêber Abdullah de nêrînên xwe anîn ziman.

Şêxê eşîra Sade El Neîm (Simêdi) Îsamîl El Xelad anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi vê peyamê careke din xwesteka tevahî beşên civakî bi mezin û bi biçûkan a ji bo aştiyê piştrast dike. Şêx Îsmaîl El Xelad hêvî kir ku têkiliyên hezkirinê bidomin û her kes ax û yekitiya xwe biparêzin.

Şêx Îsamîl El Xelad di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xwişk û biratiya Kurd û Ereban û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev têkiliyên xwişk û biratiya di navbera Kurd û Ereban de hîna dewam dikin. Her du gel, bi hev re bi hezkirin û yekitî jiyan û rojekê ji hev dûr nebûne. Di kêfşxweşî û xemgîniyê de bi hev re bûn. Lê hin kesên li berjewendiyên xwe yên şexsî digerin, hewl didin fitneyê der bixin. Lê em li ser yek axê yek in, tu tişt wê nikaribe me ji hev qut bike."

‘EWLEHÎ XWESTEKA ME HEMÛYAN E, ÇARENÛSA ME JÎ YEK E’

Rûspiyê eşîra El Hesûn a qebîleya El Cibûr, şêx Xalid El Ebdullah jî got ewlehî û istiqrar xwesteka tevahiya şêniyên herêmê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Çarenûsa me yek e, berjewendiya me jî yek e."

Şêx Xalid El Ebdullah ji bo avakirina Sûriyeyek ewle, aram û yekgirtî banga hevgirtin û xebata hevbeş kir.

Ji heman eşîrê Şêx Xalid El Diyab jî anî ziman ku peyama Rêber Abdullah Ocalan peyama belavkirina aştî û hezkirinê li herêma Cizîrê bi taybetî û Sûriyeyê bi giştî ye. Her wiha da zanîn ku peyam banga yekgirtina eşîrên Ereb û Kurdan û tevahiya gelên herêmê ye û got: "Ev peyam a hezkirinê ye. Em bi sîngek germ hembêz dikin."

‘BI SAYA JIYANA HEVBEŞ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ HERÊMA HERÎ EWLE YE’

Ji rûspiyên qebîleya El Cibûr, Şêx Elî Hemad El Eseed diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gelên herêma Cizîrê têr û tijî ye û got bi saya zanebûna şênî, şêx û rûspiyên û serokên taîfeya Xiristiyan û jiyana hevbeş a di navbera Ereb, Kurd, Suryan de, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 14 salên şer ve yên herî ewle li Sûriyeyê ye.

Şêx Eseed got dema wî peyama Rêber Abdullah Ocalan xwend û der barê naveroka wê de lêhûrbûn kir dît ku peyam temamkerê pêvajoya jiyana hevbeş e ku aramiya herêmê parastiye.

Şêx û rûspiyan got peyama Rêber Abdullah Ocalan nêrîneke rastîn ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê radigihîne û rê li ber avakirina yekitiya nîştimanî ya li ser bingeha edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de vedike.

(bb)

ANHA