Eşîrên Ereb û Kurd bertek nîşanî êrişên li ser Dêrazorê da

Eşîrên Kurd û Ereb ên li bajarê Hesekê li dijî êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Eşîrên Ereb û Kurd bertek nîşanî êrişên li ser Dêrazorê da
Eşîrên Ereb û Kurd bertek nîşanî êrişên li ser Dêrazorê da
Eşîrên Ereb û Kurd bertek nîşanî êrişên li ser Dêrazorê da
Eşîrên Ereb û Kurd bertek nîşanî êrişên li ser Dêrazorê da
Eşîrên Ereb û Kurd bertek nîşanî êrişên li ser Dêrazorê da
12 tebax 2024   14:07
HESEKÊ

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê têkildarî êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêrazorê daxuyaniyek hevbeş da.

Daxuyanî ji aliyê serokê Meclisa Qebîleya Tey Şêx Hesen Ferhan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şêx û rûspiyên herêmê li dijî hewldanên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên wê yên bi armanca derxistina fitneyan de yek in û hate gotin: "Em eşîr, bi jin, mêr û ciwanên xwe bi QSD û hêzên Asayîşê re ne. Em ê bi hemû îmkanên xwe ewlehiya welatê xwe biparêzin. Ezmûn û mercên dijwar ku em tê re derbas bûne, îsbat dikin ku yekitî û hevgirtina me çeka herî bihêz a li dijî hewldanên têkbirina ewlehiyê û jihevbirina yekitiya pêkhateyên wê ye. Em bi vê yekê bawer in ku welat ji her tiştî buhatir e. Parastina wê erkeke pîroz e dikeve ser milê tevahî ferdên qebîle û eşîrên me."

Di daxuyaniyê de hewldanên derxistina nakokiyan, têkbirina ewlehiya herêmê û komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin û wiha hat domandin: "Tevahî qebîle û eşîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibin zinarek tevahî komployên dijmin bişkînin. Dê li hemberî çi kesên ku hewl bidin bi ewlehiya herêmê bilîzin bibin mertalên parastinê. Em bang li tevahî gelên welatên xwe yê hêja dikin ku bi QSD û Asayîşê re bin û berjewendiyên welat di ser her tiştî re bigirin."

(bb)

ANHA