Di êrişa li Ebû Hemamê de jinek şehîd bû
Jinek ku di êrişa hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de li bajarokê Ebû Hemam ê Dêrazorê de bi giranî birîndar bibûn, şehîd bû.
Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî vê sibehê bajarokên Ebû Hemam, Kişkiye û derdora bajarê Bisêra yê rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin.
Nûçegihana me diyar kir ku jina bi navê Resmiya Salih El Îd a 40 salî ku di êrişa îro ya li ser bajarokê Ebû Hemamê de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.
Ji ber êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên ji êvara roja Sêşemê heta niha ve li dijî gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê de 14 kes şehîd bûne û 26 jî birîndar bûn.
(bb)
ANHA