Esed û Pûtîn civiyan

Hate ragihandin ku Beşar Esed û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh li Moskovê civiyane.

Esed û Pûtîn civiyan
25 tîrmeh, 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgeha çapemeniyê ya serokatiya Rûsyayê, duh (çarşemê) Vladimîr Pûtîn bi Esed re li qesra Kremlînê civiyaye.

Medyaya fermî ya Rûsyayê jî diyar kir ku Esed û Pûtîn têkiliyên Şam û Moskovê, rewşa herêmî, peywendiyên aborî û baziganî yên her du welatan û dozên girêdayî van mijaran nîqaş kirin.

Li gorî medyaya Rûsyayê, hewldanên Rûsyayê yên der barê nêzîkbûna hikumetên Şam û Enqereyê de nehatine nîqaşkirin.

(mg/bb)