Konferansa jinan bi peyama yekîtiya jinan didome

Konferansa Jinên Iraqî ya 3’yemîn bi dirûşmeya ‘Bi tekoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ li Bexdayê destpê kir, bi peyamên yekîtiya jinan berdewam dike.

Konferansa jinan bi peyama yekîtiya jinan didome
Konferansa jinan bi peyama yekîtiya jinan didome
Konferansa jinan bi peyama yekîtiya jinan didome
Konferansa jinan bi peyama yekîtiya jinan didome
Konferansa jinan bi peyama yekîtiya jinan didome
Konferansa jinan bi peyama yekîtiya jinan didome
25 tîrmeh 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Jinên Iraqî ya  3’yemîn bi boneya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or ya çand a ji bo jin û zarokan li li hola Qesr El-Sedîr a Bexdayê bi beşdariya gelek jinên ji bajarên Iraqê destpê kir. Konferansa bi dirûşma ‘Bi tekoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ destpê kir berdewam dike.

 Di konferansê de peyamên cihe reng hene. Peyama kurdên filî ji aliyê berpirsiyara kurdên filî Newal Wehab ve hat xwendin. Di heman demê de li ser navê Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) peyamek bi dîmen hate temaşekirin.

 ‘Têkoşîna hevpar erkek mirovî û exlaqî ye’

 Li ser navê kurdên Filî Newal Wehab axivî û da zanîn ku amadebûna wan ya di vê konferansê de ji bo piştevaniya hemû jinên Êzidî ye û wiha got: “Em îro ji bo hemû jinên Êzidî yên rastî tundî û çewisandina hovane hatine û piştgirî û piştevaniya xwe nîşan bidin li vir in. Têkoşîna me ya hevpar ne tenê dirûşme, belkî erkek mirovî û exlaqî ye. Em deyndarê her jinên Êzidî yên ku mafên wê tên binpêkirin û jiyana wê di bin gefê de ne. Ji bo parastina jinên Êzidî pêwîst e em bibin dengekî xurt û bibandor, hewl bidin ku zagon û polîtîkayên ku tundî û cudakariyê didomînin biguherînin. Divê em piştgirî bidin sazî û komeleyên ku ji bo parastin û alîkariya ji jinên rizgarbûyî re bêwestan dixebitin û di belavkirina hişmendî û perwerdeyê de li ser mafên jinên Êzidî û girîngiya rêzgirtina li wan dixebitin.”

 ‘Werin em bi hev re xebata xwe bihêz bikin’

 Newal Wehab di dawiya axaftina xwe de banga têkoşîna hevbeş kir û wiha got: “Pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne pir in, lê bi vîna xwe ya hevpar em dikarin cûdahiyekê çêbikin. Divê em bi hev re, jin û mêr, hikûmet û rêxistinên civaka sivîl, ji bo avakirina cîhanek ku tê de mafên jinên Êzidî bê parastin û jiyana wan misoger û ewle be, bixebitin. Di dawiyê de em spasiya hemû kesên ku di vê têkoşînê de cih digirin û ked, dem û derfetên xwe ji bo piştgirî û parastina jinên Êzidî dimeşînin, dikin. Werin em bi hev re xebata xwe bidomînin, bibin dengek ku li hember neheqiyê bêdeng nemînin û dadmendî û wekheviya ku em hemû lê digerin pêk bînin.”

 ‘Armanca desthilatdaran tunekirin e’

 Paşê li ser navê Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) peyamek bi dîmen hate temaşekirin. Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik di peyama xwe de wiha got: “Konferansa 3’yemîn a Jinên Iraqê ya ji bo qirkirina li ser jinên Êzidî pêk hatiye, di serî de wekî YPJ’ê em tevahî hevalên xwe yên jin ên ku di konferansê de hazir bûne, silav dikim. Em dibêjin ku salên pir dirêj derbas bûn ku em wekî gel û jin di herêma me de rastî gelek zor û zehmetiyan hatine. Her wiha qirkirinên mezin ên ku bi destê pergala desthilatdar û taybet jî di 10 salên dawî de bi destê DAIŞ’ê li ser tevahî jinan hatiye kirin, em şermezar dikin. Em dibêjin di pêvajoya beriya pêşiya me de jî em ê dîsa di xebat û têkoşîna xwe de li ser pêya bin û her wiha tevahî rengên dagirkeriyê li hemberî gelê me, gelê herêmê û hemû jinan bi taybet ên ciwanan, em ê her xurt bin. Ji ber ku em di vê zanistiyê de ne ger jin di tevahî civakan de hevgirtina xwe çê bikin û têkoşîna xwe bi rengekî rêxistinkirî bidin meşandin dê bigihêjin armanca xwe, bigihêjin serkeftina ku li tevahî cîhanê de aştiyeke mayînde bidin çêkirin. Ji ber ku pergal her tim dixwaze bi taybet jî di vê demê de qirkirin, tunekirin, destdireji li ser civakan, li ser mafê civakan, li ser hebûna civakan dide çêkirin. Vêya bi rêya tundî, bi rengê tunekirina çandê û hwd. dike.

‘Li himber her cûre tundiyê em ê li ber xwe bidin’

Endama fermandariya YPJ’ê Sozdar Dêrik di dawiyê de banga yekîtî û bihevre tekoşînê li jinan kir û wiha got: “Yê ku herî zêde li ber xwe bide û herî zêde çand û hebûna xwe biparêze bi rastî jî yekitiya jinan e. Em wekî YPJ di vê demê de ji hemû deman bêtir ka çawa me berê hemû jinan parast û heta ku me karî li ber xwe da, em ê ji vir û şûndetir jî li ber xwe bidin. Bi rastî jî jinên Êzidî, bi taybet di van demên derbasbûyî de, di 10 salan de bi sedan jin, bi sedan keçên ku ketibûn destên DAIŞ’ê, ji aliyê yekîneyên me ve hatin rizgarkirin, ji esareteke mezin hatin parastin. Me wan bi dilxweşiyeke mezin teslîmî civaka me ya Êzidî kir. Li ser vê esasê, ji vir û pê ve jî ne tenê li cihekî li hemû cîhan û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha Sûriye, Iraq bi taybetî jî di vê dema dawî de piştî êrîşên dagirkerî û îlhaqa dewleta tirk a bi destê DAIŞ’ê tê kirin, li hember wan û her wiha li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê em bi biryar in ku li hember her cure tundiyê li ber xwe bidin û hevgirtina xwe bi jinan re bidin çêkirin. Li ser vê esasê banga me wekî YPJ’ê ji tevahî jinan re ew e ku bi rengekî baldar, bi têkoşîneke xurt li dijî her cureyên êrîşan rawestin û em bi hev re bi rengekî wekhev yekitiyek mezin çê bikin û em dibêjin Bijî Yekitiya Jinan, Bijî Berxwedana Gelan a li hember hemû dagirkeriyê, Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî.”

‘Em tundiya li dijî jinê şermezar dikin’

Li ser navê jinên Ereb Lûma Mihdî axivî û wiha got: “Em di serî de komkujiya ku hate serê civaka Êzidî şermezar dikin û dibêjin ku ew fermana ku jin kirî hedefa qirkirina xwe, ji ber ku jin rolek mezin di civakê de dilîze ye. Em tundiya li ser jinan qebûl nakin û şermezar dikin. Em ji bo xwişk û biratiya gelan her dem amade ne û li gel hemû kesî ne."

Ji aliyê rêxistina ku bi navê tekoşîna hevbeşe ya elmaniya sitranek li ser jinên êzidî hatiye çêkirin diyarî konferansê hate kirin. Di heman demê de sinevizyonek ku li ser femana 2014'an û têkoşîna 10 salan a jinên Êzidî hat temaşekirin.

3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî dewam dike.

NûJinha