Li Nînowayê gorek komî hate dîtin

Di dema nujenkirina dibistanek li taxa Seîd ya ser bi bajarokê Til Efer a girêdayî parêzgeha Nînowayê de, gorek komî hate dîtin.

Li Nînowayê gorek komî hate dîtin
25 tîrmeh, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê belavkirî, duh di dema nujenkirina dibistanek li taxa Seîd ya ser bi bajarokê Til Efer a girêdayî parêzgeha Nînowayê de, gorek komî ya 14 cenaze tê de hate dîtin.

Her wiha hate ragihandin ku heta niha nasnameya cenazeyên di gora komî de nediyare û di derbarê wê de lêkolîn berdewame.

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de gelek deverên Iraqê hatibûn dagirkirin. Her wiha gelek komkujî hatin pêkanîn.