Esed û El Sefedî li ser gelek dozan nîqaş kirin

Beşar Esed û wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî li ser gelek dozan, di serî de krîza Sûriyeyê û vegera penaberan, nîqaş kirin.

Esed û El Sefedî li ser gelek dozan nîqaş kirin
20 cotmeh, 2024   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke hikumeta Şamê ragihand ku Beşar Esed bi wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî re civiya û li ser têkiliyên dualî, rêbazên xurtkirina wan, doza vegera penaberên Sûriyeyî û geşedanên herêmê nîqaş kirin.

Hat diyarkirin ku El Sefedî peyameke devkî ya mîrê Urdunê Ebdullah El Sanî ya li ser gelek dozên dualî û herêmî, di serî de doza krîza Sûriyeyê, gihand Esed.

Di civînê de Esed got Sûriye di aliyê peydakirina jîngeha qanûnî ji bo vegera penaberan de, gavên mezin avêtine.

Her wiha El Sefedî da zanîn ku Urdun jî ji bo vegera penaberên Sûriyeyî di hewldanan de ye û got, "Udrun destekê dide pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê, ji ber ku ew ji bo berjewendiya tevahiya herêmê baş e."

Girêdayî wê, ajanseke nûçeyan a Urdunê ragihand ku El Sefedî îro di serdaneke fermî de gihîşt Şamê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku El Sefedî di 15'ê Sibata 2023'yan de serdana Şamê kiribû û di serdanê de li ser rewşa mirovî ya welatiyên Sûriyeyê nîqaş kiribû.

(mh)