Êrişên li ser Xezayê: 18 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 18 kes hatin kuştin.

Êrişên li ser Xezayê: 18 kes hatin kuştin
10 hezîran, 2025   13:38
NAVNDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku bi kêmanî 18 kes dema ku li nuqteya nêzî deriyê Netzarim a li navenda Xezayê li benda alîkariya xwarinê bûn, hatin kuştin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, artêşa Îsraîlê kesên li pêşiya navenda belavkirinê ya di bin çavdêriya saziyeke navneteweyî de kom bûbûn, gulebaran kirin û di encamê de 18 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

Şahidan bûyerê jî destnîşan kir ku bi sedan sivîl bi armanca wergirtina alîkariyan ji saetên serê sibehê ve kom bûbûn. Li gorî şahidan, artêşa Îsraîlê sivîlên li benda wergirtina alîkariyan bûn gulebaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Filistînê jî der barê mijarê de da zanîn ku "ekîbên Nexweşxaneya El Quds ji saetên berbangê ve 12 şehîd û 124 birîndar pêşwazî kirine."

Ajansa SAFA ya Filistînê jî diyar kir ku ji dema belavkirina alîkariyan anku ji dawiya meha borî ve, bi dehan kes li cihê belavkirina alîkariyan hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ji dema binkeftina qonaxa yekemîn a peymana agirbestê ve, ambargoyeke giran li ser Xezayê ferz kiriye. Di encamê de rewşeke mirovî ya aloz heye, xwarin û derman gelekî kêm bûne.

(bb)