Welatiyek Kurd li Bokanê hate girtin

Welatiyek Kurd yê xelkê Bokanê ji ber sedema siyasî 2 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û şanin girtîgehê.

Welatiyek Kurd li Bokanê hate girtin
10 hezîran, 2025   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê welatiyê Kurd yê bi navê Hêmin Qulî Zade yê xelkê bajarê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê ku du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, şandin girtîgeha Bokanê.

Hate gotin ku Hêmin beriya niha di meha Gulana îsal de, bi hêceta ‘Hevkariya muxalefeta dijberên Îranê’ kiriye, du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Hêjayî gotinê ye di Cotmeha sala 2024’an de Hêmin bi bavê xwe yê bi navê Ebdula Qulî Zade re, ji aliyê hêzên Îranê ve li Bokanê hatibû binçavkirin û şandibûn girtîgeha Urmiyeyê. Piştre bi awayek demkî hatibû berdan û dema di meha Gulana îsal de hatibû dadgehkirin, 2 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.