Li Awûstûryayê li dijî dibistanekê êriş

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê ku li başûrrojhilatê welêt e, li dibistanekê êrîşa çekdarî hate kirin. Êrîşkar jî di nav de gelek kes mirin, gelek kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li Awûstûryayê li dijî dibistanekê êriş
10 hezîran, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, ku li qenala televîzyonê ya cemaweriyê hate weşandin, êrîşkar mir.

Medya Awûstûryayê diyar kir ku di êrişa roja Sêşemê de herî kêm 8 kes mirin.

Saziya televîzyon û radyoyê ya cemaweriyê ORF ku polîsên xwecihî weke çavkanî nîşan da, diyar kir ku xwendekar û mamoste jî di nav de gelek kes bi giranî birîndar bûn.

Tê gotin, êrişkarê ku tê texmînkirin xwendekar bû, xwe kuştiye.

Polîsan diyar kir ku li kolana Dreierschuetzengasseyê ku dibistanê lê ye, operasyonek tê kirin, lê detayên berfireh nehate dayin.