Êrişên li Helebê û çalakbûna DAIŞ’ê manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku rageşiya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hemwextî hevdîtinên rayedarên Tirk bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re pêk hat. Rojnameyan îşaret pê kir ku DAIŞ li başûrê Sûriyeyê çalak dibe û di mijara dosyaya Ukraynayê de gelek pirsgirêk derdikevin pêşiya Yekitiya Ewropayê.

Êrişên li Helebê û çalakbûna DAIŞ’ê manşetên rojnameyên erebî ne
23 kanûn, 2025   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser êrişên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bersivdayîna van êrişan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, her wiha zêdebûna tevgerên DAIŞ’ê li başûrê Sûriyeyê û dosyaya şerê Ukraynayê.

‘ENQERE: LIHEVKIRINA LI SER RAGEŞIYE’

Rojnameya El Exbar ku li ser rageşiya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nivîsî, bi bîr xist ku ev rageşî hemwextî serdana şandeya bilind a Tirk a bi serokatiya wezîrê karên derve Hakan Fîdan a li Şamê çêbû. Hate diyarkirin ku pevçûnên li her du taxan, nîşana aloziyeke siyasî û ewlehî ye ku aliyê meydanî derbas dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku rageşî hemwextî civîna li qesra serokatiyê ya li Şamê ya di navbera serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û wezîrê wî yê karên derve Esed El Şeybanî bi wezîrê karên derve, wezîrê parastinê û serokê îstîxbrata Tirk re hatin kirin.

‘DAIŞ LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ ÇALAK DIBE’

Rojnameya El Nehar cih da tevgera çalak a çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê, bi taybetî li başûrê welat û diyar kir ku DAIŞ sûdê ji valahiya ewlehiyê ya piştî ketina rejîma Beşar Esed werdigire.

 Rojnameyê bal kişand ser nûçeyên ku dibêjin artêşa Îsraîlê li bajarokê Refîd ê başûrê Colanê endamekî DAIŞ’ê girtiye û diyar kir ku ev yek nîşan dide ku DAIŞ nêzî sînorê Îsraîlê bûye.

Rojnameyê her wiha cih da nirxandinên îsraîliyan ku dibêjin "DAIŞ li Sûriyeyê winda nebûye, lê rêbazên xwe guhertine ku xwe dispêre şaneyên veşartî û çalakiyên gurên tenê." Hate gotin, ev yek jî fikarên Îsraîlê zêdetir dike.

Rojnameyê her wiha li ser "nîqaşa li dora aliyên ku dibe ku veberhênanê li vejandina DAIŞ’ê bikin" nivîsî û destnîşan kir ku Îran û Îsraîl û hin aliyên herêmî dibe ku li gorî hesabên xwe, ji bêîstîqrarkirina Sûriyeyê sûdê wergirin.

‘YEKITIYA EWROPAYÊ Û PIRSA ÇARESERIYÊ LI UKRAYNAYÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî jî diyar kir ku Yekitiya Ewropayê (YE) bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye ku rola wê di pêvajoya çareseriya Ukraynayê de asteng dikin. Li gorî rojnameyê ji van pirsgirêkên bingehîn; nebûna yekitiya siyasî di navbera dewletên endamên wê de, girêdayîbûna ewlehî û leşkerî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re jî wek pirsgirêkeke din derdikeve pêş, ji ber ku YE ji navbeynkareke serbixwe wêdetir, di pozîsyoneke bindest de dimîne.

Rojnameyê her wiha diyar kir: “Bêzelaliya stratejîk a li dora armancên çareseriyê bandoreke neyînî li ser Ewropayê dike û pêbaweriya însiyatîfên wê sînordar dike, di heman demê de zextên navxweyî yên aborî û civakî bandorê li ser asta piştgiriya siyasî û gel ji bo Ukraynayê dikin. Her wiha têkiliya bi Rûsyayê re ku dijmineke stratejîk e, her ku diçe aloztir dibe. Ev yek jî dan û standinên bi wê re ji hêla siyasî û exlaqî ve pir hesas dike û şiyana manewrayê ya Ewropayê ya ji bo lihevkirinan kêm dike.”

(b)