Bi tabloyê girîngiya yekîtiya Kurdan vedibêje

Di pêvajoyek ku pêşengên gelê Kurd banga yekîtiya Kurd dikin, şêwekar Hikmet Brahîm jî bi tabloya bi navê “Yekîtî” balê dikişîne ser girîngiya yekîtiyê û bi tabloya xwe dibêje “Eger Kurd dest nedin hev roja me hilnay”

Bi tabloyê girîngiya yekîtiya Kurdan vedibêje
23 kanûn, 2025   11:09
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo 71 şêwekar, bi 71 tabloyan beşdarî pêşangeha wêneyan bûn. Pêşangeh di roja xwe ya sêyemîn (dawî) de didome. 

Yek ji tabloyên balkêş ên di pêşangehê de jî tabloya şêwekar Hikmet Brahîm a bi navê “Yekîtî” ye. Di tabloyê de çar mirovên ku ji keviran hatine çêkirin û bi rengên kesk, sor, zer û spî hatine rengkirin, milê xwe dane hev û li Rojê dinêrin bala mirov dikişîne. Şêwekar bi rengên ala Kurdan bal kişandiye ser çar parçeyên Kurdistanê.

Şêwekar Hikmet Brahîm bi wêneyê xwe balê dikişîne ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û dibêje “Eger gelê Kurd dest nedin hev roja me hilnayê”.

Şêwekar di çêkirina tabloyê de xîz, kevir û reng (boyax-sibox) bikar aniye. Taybet jî bikaranîna kevir bala kesên tên pêşangehê dikişîne. Şêwekar Hikmet Brahîm dibêje ku ew dixwaze kevir, qirşik, axê, xîzê hemûyan bikar bîne, da ku peyama xwe bigihîne gel. Her wiha dixwaze bi karanîna kevir û xîzê rêbazek cuda bi kar bîne.

Şêwekar Hikmet Brahîm ku bi xwe senaryoyên şanoyê û helbestan dinivîse jî, di sala 2023’an de dest bi şêwekariyê kiriye. Êdî şev û rojê xwe daye şêwekariyê û di salekî de 150 tablo çêkirine. Niha 200 tabloyên wî hene û piraniya wan êş, zehmetî û hêviyên gelê Kurd vedibêjin.

(h)

ANHA