Dagirker gundewarê Şehbayê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şêx Îsa û Seyda yên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.

Dagirker gundewarê Şehbayê topbaran kir
19 gulan 2024   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêx Îsa û Seyda yên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.

Beriya wê jî dewleta Tirk a dagirker dora bendava Şehbayê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûbû.

Duh bi şev jî dewleta Tirk a dagirker gundewarê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kiribû û di encamê de 3 zarok birîndar bûn û zarokê bi navê Faris Îbrahîm şehîd bû.

(şx)

ANHA