‘Êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêbaweriyê kêmtir dikin û pêvajoya çareseriya siyasî têk dibin’

Siyasetmedar Can Murad destnîşan kir ku êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşan didin ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu çareseriyên siyasî bi Rêveberiya Xweser re naxwaze û bi vî awayî ew dan û standinên her du aliyan asteng dike û peymana 10'ê Adarê demdirêj dike. Murad got eger ev kiryar bidomin dê dabeşbûnê zêde bikin û baweriya di navbera hikumet û welatiyan de têk bibe.

‘Êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêbaweriyê kêmtir dikin û pêvajoya çareseriya siyasî têk dibin’
25 kanûn, 2025   12:22
HESEKÊ

Di şeva 22'yê vê Kanûnê de komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi çekên giran êriş li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê pêk anîn. Berê jî her du tax di tecrubeyên giran ên êriş û dorpêçê re derbas bûne û di her carê de berxwedana wan bi ser ketiye.

Di encama êrişê de jinek şehîd bû û 19 kes birîndar bûn. Her wiha wekî ku rejîma Baasê dikir, komên çekdar her du tax dorpêç kirine.

Girêdayî vê mijarê, siyasetmedar û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Can Murad got ev êriş berdewama planên berê ye û ji pêvajoya siyasî û ji serdana wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan ji bo Şamê nayê qutkirin.

Murad diyar kir ku ev êriş dijwariya qonaxa veguhêz a Sûriyeyê nîşan dide û diyar dike ku desthilatdarên li Şamê koletiyê ji nû ve çêdikin lê li şûna Îranê vê carê dewleta Tirk e û got: "Ji bo ku pabendiya xwe bi îradeya Tirkiyeyê re nîşan bidin, ew êrişî tecrûbeya Rêveberiya Xweser bi giştî û hebûna Kurdî bi taybetî dikin."

Murad diyar kir ku tiştê bûye ne bûyereke ewlehiyê bû lê belê gaveke bi zanabûn bû û armanc jê têkbirina îradeya civakê û ji nû ve meşandina rêbaza hêza leşkerî bû û wiha domand: "Her du tax ji destpêka krîzê ve armanca komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ne. Di 2012'an de wan hewl da bi hêzê herdu taxan kontrol bikin ji ber ku herdu taxan xwe ji projeyên taîfî û tevliheviyê parast û serbixwe man."

Murad got ew komên çekdar bi xwe, niha ketine Wezareta Berevaniyê ya hikumeta veguhêz û vê carê di bin navê fermî de hewl didin her du taxan kontrol bikin û wiha domand: "Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 10 salan de nimûneyeke cuda ya rêveberiya xweser, parastina sivîlan û dûrmayîna ji şerê taîfî pêş xist.”

Murad destnîşan kir ku hikumeta veguhêz heman rêbazên rejîma berê wekî dorpêçkirin, gefxwarin û topbarankirinê bi kar tîne û ev jî diyar dike ku ew nikare li gorî guhartinên nû tev bigere û çareseriya siyasî ya bi Rêveberiya Xweser re qebûl nake.

Murad destnîşan kir ku Sûriye ne bi hêza leşkerî lê belê bi îtîrafkirina bi pirrengiya siyasî û neteweyî û rêzgirtina ji Rêveberiya Xweser re ava dibe.

Murad da zanîn ku armanc ji êrişên dawîn astengkirina danûstandinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de, têkbirina peymana 10'ê Adarê, têkbirina baweriyê û tunekirina biryara siyasî û tenê xwespartina li rêbazên leşkerî-ewlehî û wiha domand: "Ev jî nîşan dide ku çareseriya demokratîk nayê qebûlkirin û hişmendiya Baas hîn jî zindî ye."

Murad diyar kir ku Şam dizane ku şer dewletê ava nake û yekitiya niştimanî jî bi hêzê nayê ferzkirin û Sûriye bê îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser û mafên hemû pêkhateyan, nabe.

Der barê niyeta hikumeta veguhêz a avakirina Sûriyeyê de Murad got ku êrişên dawîn diyar dikin ku daxuyaniyên siyasî gelekî ji bûyerên li ser erdê dûr in. Her wiha Murad hişyarî da ku eger ev kiryar bidomin ê dewleteke wekî ya Baas ji nû ve were avakirin û krîz dîsa li ser hesabê gel werin vejandin.

Di dawiya axaftina xwe de Murad got domandina vê rêyê dê baweriyê di navbera hikumet û welatiyan de têk bibe û dabeşbûnê zêde bike.

(mh)

ANHA