Li Tirkiyeyê hejmara kesên hişbirê bi kar tînin 15 milyon derbas kiriye

Federasyona li dijî Hişbirê ya Cîhanê ragihand ku hejmara kesên ku di sala 2025’an de li Tirkiyeyê hejmara kesên madeyên hişbirê bi kar tînin, 15 milyon derbas kiriye.

 Li Tirkiyeyê hejmara kesên hişbirê bi kar tînin 15 milyon derbas kiriye
25 kanûn, 2025   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona li dijî Hişbirê ya Cîhanê ragihand ku li Tirkiyeyê di sala 2025’an de hejmara kesên ku madeyên hişbir bi kar tînin 15 milyon derbas kiriye û temenê bikaranîna işbirê jî daketiye asta zarokatiyê.

Serokê federasyonê Xalid Toraq got bikaranîna madeyên hişbir di 12 saliyê de dest pê dike û xetere di nave kesên kêmî 18 saliyê de zêde dibe.

Toraq da zanîn ku ji sedî 90’ê kesên temenbiçûk sewqî şebekeyên hişbirê têne kirin.

(b)