Nesrî Esfûra bû serokê Hondurasê

Nesrî Esfura yê ji aliyê Trump ve tê piştgirîkirin, di hilbijartinên serokatiyê yên Hondurasê de bi ser ket.

Nesrî Esfûra bû serokê Hondurasê
25 kanûn, 2025   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hilbijartinê ya Neteweyî ya Hondurasê duh ragihand ku namzetê Partiya Neteweyî ya Muhafazekaran Nesrî Esfura di hilbijartina serokatiya welat de bi ser ketiye. 

Komîsyonê daxuyand ku "Esfura yê 67 salî ku penaberekî filistînî ye û ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ve tê piştgirîkirin, ji sedî 40,3’yê dengan bi dest xistiye û bi rêjeyeke kêm li hember namzetê Partiya Lîberal a Rastgir a Navîn di Salvador Nesrellah ku ew jî bi eslê xwe filistînî ye, bi ser ketiye."

Komîsyonê diyar kir ku Nesrellah ji sedî 39,5 deng wergirtiye.

30’ê Mijdarê hilbijartinên serokatiya Hondurasê pêk hatin. Hate diyarkirin ku ji ber pirsgirêkên teknîk û îdiayên sextekariyê de encamên wê dereng hatin aşkerakirin.

(b)