Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin: Kuştî û birîndar hene

Hate diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xeza û Xan Yûnisê de kuştî û birîndar çêbûne.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin: Kuştî û birîndar hene
10 tebax, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên bijîşkî wergirtine, li naverasta bajarê Xan Yûnisê di êrişa Îsraîla yên bi dronan a li dijî kombûnekê de 4 kes hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li nêzî eniya Netzarimê û başûrê bajarê Xan Yûnisê jî kesên li benda alîkariya mirovî bûn gulebaran kirin. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Hate ragihandin ku helîkopterên Apache yên Îsraîlê rojhilatê bajarê Xezayê bombebaran kir.

Li gorî daneyan, ji 23’yê cotmeha 2023’an ve di encama şerê li Xezayê de zêdekirî 61 hezar kes hatine kuştin û 153 kes jî birîndar bûne. Piraniya qurbaniyan jin  û zarok in. Di heman demê de  zêdekirî 9 hezar kes winda ne û bi sedhezaran kes koçber bûn.

(bb)