Roz..Ji nêzî 5 hezar xwendekaran yekem e!

Xwendekara Kurd Roz Ciwan (18) di ezmûnên amadeyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji sedî sed pile kom kirin. Roz ji nêzî 5 hezar xwendekaran bûn yekem û cihê xwe di nava deh xwendekarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên herî serkeftî de cih girt. Roza ku bi zimanê dayîkê xwendina xwe kiriye, dibêje ew ê berê xwe bide beşê bijîşkî ya zanîngehê.

Roz..Ji nêzî 5 hezar xwendekaran yekem e!
10 tebax, 2025   12:39
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 xwendekarên ji kantonên Cizîr û Firat, Helebê bi komkirina di navbera 99.6-100 de pile kom kirin, asta yekemîn derketin. Ev bi giştî di nava xwendekarên ji dibistanan û yên serbest ên derbasî ezmûna refa 12’an bûn. 

Yek ji xwendekarên ku ji sedî 100 pile girtiye, xwendekara beşê zanistî ya bi navê Roz Ciwan Şikrî ye. Roz xwendekara dibistana Şehîd Omîd (El Keramê) a li bajarê Qamişlo ye.

Roz refa yekem û duyemîn li dibistana Wîam tenê madeya ziman bi zimanê Kurdî dîtiye, metiryalên din bi erebî dixwend. Dema dibe refa 3’yan li herêmê meteryal bi gitştî dibe bi zimanê kurdî. Roz li vir derbasî xwendina giştî ya zimanê kurdî dibe. Hemû meteryalên xwe yên xwendinê bi kurdî di dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de  temam dike. Di refa 9’an de bi pileya ji sedî sed di nava xwendekaran de a yekem bi dest dixe.

bavê xwendekara zîrek Roza, Ciwan Şikrî der barê serkeftina keça xwe de ji ajansa me re axivî. Şikrî diyar kir ku ew hestekî cûda jiyan dike. Şikrî, rola mamoste û ekîba perwedeyê wiha anî ziman: “Rewşa dibistanê û dan û stendina mamosteyan a baş yek ji sedemên serkeftina keça min e. Ez spasiya her kesekî rola xwe di serkeftina keça min de cih girtiye û ked daye.”

Roz Ciwan Şikrî jî li ser sekeftina xwe ya di xwendinê de destnîşan kir ku wê bi coşeke mezin agahiyan sekftina xwe pêşwazî kiriye û ev tişt anî ziman: “Bê guman her dawiya kedeke mezin serkeftineke mezin heye. Ev bi alîkarî û piştgiriya malbatê û bi taybet dayika min pêk hat. Ev serkeftina wan e jî. Piştî pêkanîna ezmûnan, ez dixwazim li zanîngehê beşê bijîşkî xwendina xwe dewam bikim.”

6`ê Tebaxê encamên ezmûnên xwendekarên refa 12`an ên giştî û serbest (wêjeyî, zanistî û pîşeyî) ên metiriyalên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwendibûn hatin aşkerekirin.

Li gorî daneyên herî dawî yên me ji Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî girtin îsal 4 hezar û 992 xwendekarên refa 12`an beşdarî ezmûnên amadeyî bûn.

Ji sedî 70’yî xwendekaran sekeftin bi dest xistin, ji sedî 30’yê mayî jî binketin.

(dc)

ANHA