Li Hesekê di malekê de şewat çêbû

Duh êvarê li bajarê Hesekê şewat di malekê de çêbû. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li Hesekê di malekê de şewat çêbû
8 hezîran, 2026   09:58
HESEKÊ

Duh derengiya şevê li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê şewat di malekê de derket. Di şewatê de tenê zirarên madî çêbûn.

Çavkaniyan diyar kir ku şewat ji ber pirsgirêkên ceyranê derket û di encamê de li0 hin beşên malê zirarên madî çêbûn.

Ekîbên agirkujiyê şewat vemirandin.

(bb)