Êrişên DYA’yê yên li ser Hûsiyan dewam dikin

Balafirên DYA’yê duh bi şev rêzeêriş li dijî baregeh û deverên Hûsiyan pêk anîn.

Êrişên DYA’yê yên li ser Hûsiyan dewam dikin
16 nîsan, 2025   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Yemenê ragihand ku balafirên DYA’yê duh bi şev rêzeêriş li dijî baregehên Hûsiyan û nuqteyên wan ên perwerdeyê pêk anîne. Êrişên duh bi şev yên li ser Hûsiyan wek ên herî dijwar ên demên dawîn hatin destnîşankirin.

Ajansa Nûçeyan a SABA ya Yemenê ragihand ku balafirên DYA’yê roja sêşemê 13 êriş li dijî parêzgeha Seidayê pêk anîne.

Heman ajansê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, da zanîn ku balafirên DYA’yê 6 êriş li dijî navçeya Al Salim, 4 êriş li dijî navçeya Ketaf û 3 êriş li rojhilatê bajarê Seîdayê pêk anîne.

Hate ragihandin ku yekem car navçeya Zahir a li başûrê welat jî hatiye bombebarankirin. Hate zanîn ku kombûnên Hûsiyan hatin hedefkirin û qaîdeyên moşekan hatin rûxandin.

Artêşa DYA’yê wêneyên nû yên êrişên li ser baregehên Hûsiyan weşandin.

DYA’yê li dijî êrişên Hûsiyan ên li ser keştiyên li Derayaya Sor û Kendava Edenê û korîdorên deryayê yên bazirganiya cîhanê, di 15’ê Adara îsal de operasyoneke hewayî li dijî Hûsiyan dabû destpêkirin.

(bb)