Di êrişên li ser Xezayê de 5 filistînî hatin kuştin

Hêzên Îsraîlê êrişên xwe li ser Xezayê didomînin. Hate diyarkirin ku di êrişên duh bi şev de 5 kes hatine kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 5 filistînî hatin kuştin
16 nîsan, 2025   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand: "Di êrişa Îsraîlê ya li nêzî Hotela Emel a li rojavayê bajarê ya Xezayê ya li djiî kampekê de filistîniyek hat kuştin û hin kes jî birîndar bûn. Di êrişa li xaçerêya Seraya ya naverasta bajar a li dijî avahiyekê de 2 filistînî hatin kuştin."

Li gorî heman ajansê, balafireke bêmirov a Îsraîlê li stada Yermûk a rojavayê bajarê Xezayê kampeke koçberan bombebaran kir û di encamê de 2 filistînî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku hêzên Îsraîlê bi obîsan li taxên rojhilatê Xezayê daye û bi dronên ‘Quadcopter’ deverên rojhilat ên taxa Tufah a rojhilatê Xezayê kirin hedef.

(bb)