9’emîn Foruma Silêmaniyê didome

Foruma 9’emîn ya Silêmaniyê destpêkir. Di civînê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axivî û got: “Iraq di aliyê aborî, siyasî û ewlehiyê de di rewşek zehmet de derbas dibe.”

9’emîn Foruma Silêmaniyê didome
16 nîsan, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saet 10:00’an de Foruma 9’emîn ya Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîka ya li Silêmaniyê bi tevlîbûna zêdetirî 700 kesayetên siyasî, berpirsên hikûmeta Herêmê, Iraqê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Ewropayê û siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlê bûn. Wê komcivîn du rojan berdewam bike.

Di civînê de de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di derbarê rewşa Iraqê de axivî. Sudanî got: ku Iraq di aliyê aborî, siyasî û ewlehiyê de di rewşek zehmet de derbas dibe û ew dixwazin bandora Iraqê li ser asta herêmî hebe.

Di beşek din ya axaftina xwe de Sûdanî diyarkir ku ewê di hilbijartina bê de jî namzetiya xwe dayne.