Êrişên DYA’yê yên li dijî Îranê di roja 9`emîn de didomin

Ev 9 roj e êrişên DYA’yê li ser Îranê didomin. Tehranê ragihand ku 2 tanker di Tengava Hurmuzê de rastî êrişê hatine.

Êrişên DYA’yê yên li dijî Îranê di roja 9`emîn de didomin
20 tîrmeh, 2026   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di roja 9`emîn de êrişên xwe yên li dijî Îranê berdewam dike. Metirsiyên têkildarî mijara çavdêriya li ser Tengava Hurmuzê zêde dibin.

CENTCOM jî bi rêya daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji bo rêgirtina li ber hêza Îranê ya êrişên li ser keştiyên ku di tengava Hurmuzê re derbas dibin, wan dest bi pêleke nû ya êrişan kiriye.

Ajansa Tesnîm a Îranê da zanîn ku DYA’yêyê di saetên destpêkê yên îro de (20 Tîrmeh) bajarên Tebrîz, Cabahar, Konarak, Bender Mahşer û Bender Îmam El Xumeynî yên Îranê hedef girtine.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Marko Robio da zanîn ku “heta ku Îran êrişî tevgera bazirganiya cîhanî dike dê DYA êrişên xwe bidomîne” û got: “Tengava Hurmuzê tengaveke navneteweyî ye. Heta ku Îran bi israr be ku tengavê di bin kontrola xwe de bihêle em ê bersivê bidin. DYA her dem ji bo danîna çareseriyeke dîplomatîk amade ye.”

Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand ku wan êrişî “xala operasyona taybet a dijmin a li El Tenef a li Sûriyeyê” kiriye. Her wiha aşkera kir ku wan li balafirxaneya El Iqbê ya li Urdunê balafirên DYA’yê kirin hedef.

Televîzyona fermî ya Îranê duh (19 Tîrmeh) diyar kir ku di demeke borî de Îran bi balafirên bêmirov baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li xala Muesker El Idêrî û Elî El Salim a li Kuweytê bobebaran kiriye.

Kuweytê jî da zanîn ev 2 roj e kustasyona avê tê hedefgirtin, di encamê de şewat derdikeve.

Piştî ku DYA û Îranê careke din dest bi êrişan kir û gelek caran mijara derbaskirina agirbestê derkete holê, metirsiyên têkildarî projeyên enerjiyê yên li Tengava Hurmuzê dewam dikin.

Brîtanyayê duh diyar kir ku wan agahiya derketina şewata keştiyekê nêzî berava Umanê girtiye, lê heta niha sedema derketina wê şewatê ne diyar e.

Artêşa Pasdaran îro ragihand ku 2 tankernên hewl dida di Hurmuzê re derbas bibin, êriş lê hat kitrin û li cihê xwe hatin rawestandin. Artêşê diyar kir ku heta ku DYA li herêmê be dê ew tengav ne ewle be.

Artêşa DYA’yê duh ragihand ku leşkerekî wan li baregeha wan a li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.

Destpêka vê hefteyê artêşa DYA’yê da zanîn ku li Urdunê 2 leşkerên wan hatine kuştin û yek winda ye. Duh jî CENTCOM’ê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan cenazeyê “kesekî nenas” li cihê bûyera ku roja Înê qewimiye dîtiye û lêpirsînên der barê mijarê de didomin.

Hejmara leşkerên DYA’yê yên ku hatine kuştin, ji destpêka şer heta niha gihaştiye 17’an û zêdetirî 420 leşker jî birîndar bûne.

Êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê 28`ê Sibatê dest pê kirin, bi hezaran kes bûn qurbanî ku piraniya wan ji Îran û Lubnanê ne.

(sb)