Îran: Me baregehên Amerîkayê xistin

Supayê Pasdarên Îranê ragihand ku wan di çarçoveya bersiva êrişên Amerîkayê de, barargehên leşkerî yên Amerîka ên li Kuweytê hedef girtin. Her wiha li balafirgeha Eqabe ya Urdunê jî xistine û zerer gihandine çend balafirek yên Amerîkayê.

Îran: Me baregehên Amerîkayê xistin
20 tîrmeh, 2026   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Supayê Pasdarên Îranê bi daxuyaniyek ragihand, hêzên wan vê sibehê li çend hedefek leşkerî yên Amerîka yên li Kuweytê xistine. 

Hat gotin ku  di êrîşeke din de, depoyeke alav û perçeyên balafiran, veşartgeheke firokeyên “MQ-9” yên Amerîkî ên li balafirgeha Elî Salim armanc girtine. Piştre jî şewat derketiye û çend balafirek bêmirov şewitîne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi mûşekên balîstîk, êrişî balafirgeha Eqebe ya li Urdunê hat kirin û zererek mezin giha hin balafirên şer yên Amerîkayê.

Hêjayî gotinê ye 9 rojin Amerîka bi awayek dijwar êrişên xwe yên li ser Îranê daye despêkirin. Heta niha li gelek navendên leşkerî û stratejîk yên Îranê xistiye.