Li Viyanayê û Brukselê Şoreşa Rojava û berxwedana 14’ê Tîrmehê hate silavkirin

Li Brukselê û paytexta Awûstûrya Viyanayê 14’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û salvegera Berxwedana Dîrokî ya 14’ê Tîrmehê hatin silavkirin.

Li Viyanayê û Brukselê Şoreşa Rojava û berxwedana 14’ê Tîrmehê hate silavkirin
20 tîrmeh, 2026   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komala Rojava li Navenda Mala Zêrîn a li Viyana û li navenda xweseriya Rojava ya Brukselê ji bo bîranîna 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava û salvegera berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê çalakiyek giştî lidar xist.

Di çalakiyê de girseyek mezin ji endamên civaka Kurd, digel dostên gelê Kurd û nûnerên hêzên şoreşger û çepgir beşdar bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Piştî vê yekê, siyasetmedar û rojnamevan Bunyad Cizîrî li ser navê Komala Rojava axaftinek kir. Cizîrî tekez kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê li Zindana Amedê di têkoşîna gelê Kurd de kêliyek girîng nîşan da, çanda berxwedan û fedakariya li hember faşîzma Tirk xurt kir û bû çirayek ku îlham da tevgerên rizgariyê yên li Kurdistan û herêmê.

Cizîrî destnîşan kir ku Şoreşa Rojava dirêjkirina îradeya gelên ku bêriya azadî û rûmetê dikin bû û diyar kir ku Şoreşa Rojava, ji ber destkeftiyên wê yên di warê xurtkirina îradeya jin û ciwanan, vejandina nasnameya çand û zimanî û damezrandina nirxên demokrasî û edaleta civakî de, hêjayî wê ye ku weke şoreşa jinan, şoreşa ciwanan, şoreşa medyayê û şoreşa ziman û çanda Kurdî were binavkirin.

Cizîrî bilêv kir ku gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê dê heta ku armancên ku jiyana xwe ji bo wan dane pêk werin, rêya şehîdan bişopînin, da ku fedakariyên wan pêk bînin.

Siyasetmedar Enternasyonal Anna jî gotarek pêşkêş kir û behsa bandora kûr a Şoreşa Rojava ya li ser derdorên şoreşger û çepgir ên cîhanê kir. Wê destnîşan kir ku nirx û prensîbên şoreşê îlham daye bi sedan xort û keçên enternasyonalîst ku ji bo parastina azadî, wekhevî û edaleta mirovan tevlî wê bibin. Wê her wiha berxwedana qehremanî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê silav kir û tekez kir ku van qurbaniyan ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastine, lê di heman demê de tevahî cîhan ji gefên terorê parastine.

Ciwana enternasyonalîst Leona jî helbestek li ser berxwedana dîrokî Rojava xwend.

Li aliyê din, siyasetmedar Riyad Darar li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) gotarek pêşkêş kir, qonaxên berxwedana ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelên herêmê li dijî DAÎŞ'ê dane nirxand.

Hunermendên Kurd Ebdulbasit Darî, Ramyar, Rinas û Îbrahîm Amed stranên li ser welatparêzî, kevneşopî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Li ber stranan govend jî hate gerandin.

BRUKSELÊ

Li paytexta Belçîka Brukselê Şoreşa Rojava hate pîrozkirin. Merasîm bi yek deqe rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî vê Nûnerê Karên Dervê yên dîplomasiyê ya PYD’ê Fuat Emer axaftin kir, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Şoreşa Rojava, rewşa niha ya li her çar parçeyên Kurdistanê û pêwîstiya yekîtiya neteweyî. Wî got ku şoreşa Rojava deriyekî nû ji bo azadiya gelê Kurd vekiriye û divê ev destkeftî were parastin.

Piştî axaftinan peyamên hin partiyên siyasî yên ji Rojava hatin dayîn. Di van peyaman de tekezî li ser parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, yekîtiya neteweyî û berxwedana li hemberî dagirkeriyê hate kirin.

Di berdewamiya bîranînê de, hunermend Xelîl Xemgîn û hunermend Dilovan derketin ser dikê. Bi axaftinên xwe yên germ û bi stranan, merasîma ku seet 18:00'an destpê kiribû piştî stranên hunermend Dilovan, bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.