Êrişên dagirkirinê li gundewarê Bedlîsê dest pê kirin

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya operasyona dagirkirinê de danê êvarê êriş bejahiya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê kir.

Êrişên dagirkirinê li gundewarê Bedlîsê dest pê kirin
22 hezîran, 2024   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya operasyona dagirkirinê de li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê, ji Geliyê Nemiran heta Desta Ovî, ji vir jî heta Deşta Kaviltîn û Huzeranê li qadeke berfireh kemînê datîne

Operasyona ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî û bi gelek leşkeran li herêmeke berfireh daye destpêkirin, didome.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li ser rêya pira Nasar a li gundê Gurtê yê li Geliyê Nemiran ê di navbera Xîzan û Şîrwanê de ye kemîn datînin û operasyon tê meşandin.