Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê şahiya îmzekirina 4 pirtûkan li bajarokê Til Rifet li dar xist.

Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
Li Şehbayê 4 pirtûk hatin îmzekirin
22 hezîran, 2024   22:08
ŞEHBA

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Efrîn û Şehbayê bi şahiyekê 4 pirtûk îmze kirin.

Şahî li Dibistana Şehîd Şah a bajarokê Til Rifet bi beşdariya partiyên siyasî, endamên Meclisa Til Rifetê, sazî û mamosteyan hate li dar xistin.

Di destpêka şahiyê de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a bajarokê Til Rifetê yê Kantona Efrîn û Şehbayê Newroz Mamo axivî û got: "Jinên Rojava bi saya şorşa Rojava karîn bi pênûsên xwe hest û ramanên xwe derbirînin."

Her wiha di şahiyê de pirtûka ˊHenasên Nîvçemayîˊ ya nivîskar Mûfîd Koto, pirtûka ˊFêrbûna Ingilîzîˊ ya nivîskar Mîdye Ebdo, pirtûka ˊdestwerdana lezgînˊ ya niviskar Sakîne Erebo û pirtûka ˊRawanên Jinên Zêrînˊ ji hêla nivîskarên Rûken Hisên û Xatûn Îbrahîm ve hatin îmzekirin.

Di dawiyê de 4 pirtûk hatin îmzekirin û li beşdaran hatin belavkirin.

(zş-şx)