Êrişên dagirkeriyê li Şêxmeqsûdê hatin protestokirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

29 cotmeh, 2024   15:58
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Şêniyan ji pêşiya Hola 8ˈê Adarê ya li Şêxmeqsûdê dest bi meşê kir. Meş li Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo sekinî û axaftin hatin kirin. Ji rêveberên Kongra Star Nêrgiz Bekir girîngiya têkoşîn û berxwedanê destnîşan kir û got: "Ji bilî berxwedan û mayîna li ser axa xwe tu vebijêrk li pêşiya me nîn in. Em ji bo mafê xwe û welatê xwe tawîzan nadin."

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Muna Kebek jî axivî û bal kişand ser girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û cîhanê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(bb)

ANHA