Êrişên dagirkeriyê didomin: 4 navend hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker li Dêrik, Amûdê, Koçerat û Tirbespiyê 4 navend bombebaran kirin.

Êrişên dagirkeriyê didomin: 4 navend hatin bombebarankirin
25 cotmeh, 2024   11:11
NAVNDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Bendava Bûraza yê bajarê Dêrikê mezreyek bombebaran kir.

Balafiran derdora gundê Besta Sûsê yê herêma Koçeratê û benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser rêya Amûdê-Dirbêsiyê jî bombebaran kirin.

Nûçegihanê me ji Tirbespiyê jî ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker di saetên serê sibehê de stasyona ceyranê ya li rojhilatê bajar bombebaran kir.

(bb)

ANHA