Êrişên artêşa Tirk a dagirker; 14 şehîd, 40 birîndar

Artêşa Tirk a dagirker ji êvara çarşemê (23 Cotmeh) ve 63 gund û bajar û bi dehan navendên xizmetguzariyê û yên Asayîşê bombebaran kirin. Di encama van êrişan de 14 kes şehîd bûn û 40 jî birîndar bûn.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker; 14 şehîd, 40 birîndar
25 cotmeh, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê (23 Cotmeh) saet di 21.45ˈan de bi balafirên bêmirov ên biçek û obîsan êrişên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin.

KANTONA EFRÎN-ŞEHBAYÊ

Artêşa Tirk a dagirker 23ˈyê Cotmehê bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kir. Di encamê de 4 welatî; Cemîle Weqas Xelîl (37), Melek Şiyar (5), Îbrahîm Şêxo (55), Mihemed Weqfî (47) şehîd bûn û 10 welatiyên din birîndar bûn. Ji birîndaran navên Ehmed Rîfahî (15) û Sakîne Mihemed Îsmaîl (55) hatin zanîn.

Dagirkeran gundên Şeala, Xirbe Şeala, Hirbil, Um Qura, Um Hoş, Şêx Îsa, Minix, Tinib, Şewarxe, Dêr Qaq, Semoqa û Bendava Şehbayê yên kantona Efrîn û Şehbayê dan ber topan. Her wiha derdora Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn jî kir hedef. Di encamê de 2 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran navê Ehmed Merwan Ehmed (65) hat zanîn.

KANTONA FIRATÊ

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker stasyona ceyranê ya li başûrê bajar, nuqteyên hêzên Asayîşê, firina li bajar, derdora hola Firatê ya li ser rêya Heleb-Cerablusê, derdora stadyuma Kobanê, embara genim a li gundê Rovî bombebaran kirin. Gundê Şiyûxa Jorîn ê rojavayê bajarê Kobanê jî bi obîsan topbaran kirin.

Dagirkeran gundên Mişêrfê, embara genim a Mişêrfê, gundên Dewalîb, Seyda, Mieleq, kampa Eyn Îsa, rêya M4, gundên Qizelî, Qirfelî, Um Hiweyîş, Xirbe Elûş, Erîda, Kor Hesen ên kantona Firatê bi çekên giran kirin hedef. Di encamê de ceyran li ser deverên navborî qut bû û firina nan ji xizmetê derket.

Artêşa dagirker navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navenda bajarê Kobanê jî bombebaran kir. Di encamê de endamê Hêzên Ewlekariyê Henûş Bekê şehîd bû û 4 endamên din û zaroka bi navê Nadiya Mistefa (3) birîndar bûn. Di êrişa li ser embara genim a li gundê Rovî de karkerê embarê yê bi navê Hisên Deas şehîd bû û 7 karkerên din; Ebdureûf Mehmûd El Mihemed ê ji Reqa, Îbrahîm Mehmûd El Mihemed, Cîhad Cuma El Mihemed, Ehmed Mehmûd El Mihemed, Ebdullal Elî Mihemed, Elawî El Hisên El Ero û Mihemed Silêman Sikêfî birîndar bûn.

KANTONA MINBICÊ

Artêşa dagirker bi dehan caran gundên Seyada, Ewn Dadat, Toxar, Dirc, Dendeniyê, Ereb Hesen, Mişêrfê Biwêr, Qertwêran, Kawiklî û Hûtê û Biniyê yên kantona Minbicê kirin armanc.

Di êrişa li ser gundên Biniyê de ji malbatekê zaroka bi navê Fereh El Berho (11) şehîd bû û Ebdurehman El Berho (13) û Semîr El Berho (8) birîndar bûn.

KANTONA CIZÎRÊ

Navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxên Enteriyê û Hilko yên Qamişloyê û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Elî Fero ya li Qamişloyê, navenda tenduristiyê ya Xelîc ya li Hilkoyê, embara genim a li Enteriyê, derdora Hîzam a bakur, navenda belavkirina sotemeniyê (Sadkop) a li taxa Qenat Siwês, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya li Enteriyê û stasyona trênê hatin bombebarankirin.

Di bombebarana li ser navenda tenduristiyê ya Xelîc de zirarên madî çêbûn û navend ji xizmetê derket. Di êrişa li ser Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê de nêzî 100 ton ard telef bû.

Her wiha derdora gundên Mêrga Mîra, Tebekê, Girê Vira, Bana Şikeftê û derdora çiyayê Qereçoxê, derdora bajarokê Rimêlan û gundê Eyn Tewîl bi balafirên bêmirov ên biçek hatin bombebarankirin.

Dagirkeran gundên Til Werd ê Rojava, Xirbe Şeîr, Rebîhat, Tewîle, Til Tewîl, Um El Kêf, Oce, Qebir Kebîr ê Rojava û Dawudiyê yên bajarê Til Temirê kirin hedef.

Stasyona ceyranê ya li bajarê Amûdê, firina nan a li gundê Hesen Romî yê rojhilatê bajarê Amûdê, navenda ceyranê ya li gundê Heremê Şêxo û gundê Hasda yên Amûdê hatin bombebarankirin.

Birca telefonan (Syriatel) a li gundê Kepez ê bajarê Dirbêsiyê hate hedefkirin. Di encamê de tora telefonan ji xizmetê derket.

Artêşa Tirk derdora gundê Girê Ziyaretê yê bajarê Girkê Legê jî hat bombebarankirin.

Stasyona gazê ya Siwêdiyê, stasyona komkirin û veguhestina petrolê ya Tifla ya li gundewarê Dêrikê, stasyonên Seîda, Ode, Babasî yên li gundên Kêl Hesnak, stasyona Zarbî ya li gundê Şemûliye, 2 cihên komkirina mazotê li nêzî gundê Girê Berê û 2 bîrên petrolê li Tirbespiyê hatin hedefkirin.

Di êrişa li ser stasyona Siwêdiyê de ku roja pêncşemê saet 02.30ˈan hatibû kirin de, 7 karkerên stasyonê; Mîzer El Hesen, Îsam El Sibêh, Etallah El Xidir, Beşar El Iwêd, Mehmûd El Hisên, Fadil El Xedan û Îlyas Îsa şehîd bûn. Her wiha bi dehan karker birîndar bûn. Ji birîndaran Feysel Ezîzî, Zahir Silêman Mihemed, Beşar Mehmûd Mihemed, Ebdulbaqî El Hisên, Husam El Ziyab, Ebdullah Mihemed El Mihêmîd, Ebid El Emûrî, Mesûd Xelîl, Hisên Mihemed Receb, Ebdulnasir El Mihêmîd, Mihemed Hemze El Hiso, Ebdullah Hisên Îbrahîm, Hemed Ehemd El Remo û Seedallah Ehmed El Hisên hatin zanîn.

Di saetên destpêkê yên îro (25 Cotmeh) de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li ser rêya Eyn Dîwar ê gundewarê Dêrikê bombebaran kir. Gundê Gir Qehfik jî 3 caran hate bombebarankirin.

ÇALAKIYÊN BERSIVDAYÎNÊ YÊN QSD’Ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî van êrişan 2 çalakiyên bersivdayînê li dar xistin. Şervanên QSDˈê di çarçoveya bersiva li hemberî van êrişan li baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora gundên Enîq El Hewa û Dawidiyê yên gundewarên Zirganê yên başûrê Serêkaniyê xist. Di encama çalakiyan de hejmareke leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad jî duh êvarê (24 Cotmeh) li baregehên çete û artêşa dagirker xist.

Di daxuyaniya hevbeş a Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad de hate diyarkirin ku baregehên Kerbeclî, Şawa, Şêx Nasir, Beldeq û Şêx Eqîl ên li gundewarê bakur û rojavayê kantona Minbicê hatin hedefkirin. Di encamê de kuştî û birîndarên çete û dagirkeran çêbûn.

(bb)

ANHA