Li başûrê Lubnanê 3 rojnamevan hatin kuştin

Di êrişa balafirên Îsraîlê ya li ser bajarê Hesbaye ya li başûrê Lubnanê de 3 rojnamevan hatin kuştin.

Li başûrê Lubnanê 3 rojnamevan hatin kuştin
25 cotmeh, 2024   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku duh bi şev Îsraîlê bi balafiran şer bajarê Hesbaye yê li başûrê Lubnanê kir hedef û di encamê de 3 rojnamevanan jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku rojnamevanên hatine kuştin, 2 ji wan karmendên televîzyona Meyadîn a Lubnanê bûn, her wiha rojnamevanê din jî xebatkarê televîzyona Menar a ser bi Hizbullahê ve bû.