Dagirkeran berhema 80 darên zeytûnan dizîn

Biyaniyên ku li şûna xwecihên Efrînê hatine bicihkirin berhema 80 darên zeytûnan dizîn.

Dagirkeran berhema 80 darên zeytûnan dizîn
8 mijdar, 2023   10:35
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Şiyê ya girêdayî Efrîna dagirkirî ragihandin ku komeke şivan û biyaniyên li herêmê hatine bicihkirin berhema 80 darên zeytûnan ên li gundê Çeqela Ortê yê girêdayî navçeyê dizîne.

Li gorî agahiyan, darên ku berhema wan hatiye dizîn ên van welatiyan in: 15 darên welatiyê bi navê Xelîl Reşîd, 50 darên Îmad Reşîd Hemo û 15 darên Elî Betal Mistefa.

Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û biyaniyên li Efrînê hatine bicihkirin, ji dema dagirkirina bajêr (Adara 2018`an) ve, siyasetên revandin, dizîn û talankirinê li dijî xwecihên herêmê didin meşandin. Bi vê siyasetê hewl didin ên mayî jî koçber bikin û kesên din li şûna wan bi cih bikin.

(şx/c)

ANHA