Erdogan: Em ketine qonaxa dawî

Serokkomarê Tirkiyê  Tayyîp Erdogan li navçeya Xelatê ya Bitlîsê a bakûrê Kurdistnê têkildarî pêvajoyê daxuyanî da û got: “Em ketine qonaxa dawî.”

Erdogan: Em ketine qonaxa dawî
25 tebax, 2025   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Tirkiyê li navçeya Xelat a Bedlîsê ya bakûrê kurdistanê têkildarî pêvajoya çareseriyê axivî.

Erdogan got: “Dema Tirk, Kurd û Ereb bûne yek, dema ber bi armancên hevpar tevgeriyayîn, gelek mînakên serkeftinê li dîrokê nivîsandine. Emê mil bidin milên hev û hemû êrişên ku yekitî û hevgirtina me hedef digirin, pûç bikin.

Emê Tirkiyeya mezin û bihêz diyarî nifşên pêşerojê bikin. Emê bi gavên bibiryar ber bi hedefa xwe ya Tirkiyeya bêteror ve biavêjin ku dijminên me aciz dike. Bêyî ku emaneta şehîd û gaziyên xwe li erdê bihêlin, emê bi hev re Tirkiyeyeke ronî ava bikin.”

Erdogan wiha berdewam kir: “Di vê rêyê de me gelek êş kişandin û me gelek bedel da. Lê me karî tevekan jî derbas bikin. Em niha di qonaxa dawî de ne. Bi hinek sebir, bi hinek xîret û bi hinek baldariyê emê vê qonaxê jî derbas bikin.”