Li Bexdaya navendeke hunerî ya kurdî-erebî hat vekirin

Li Bexdayê bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û kesayetên Kurd û Ereb, Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî-Erebî hate vekirin.

Li Bexdaya navendeke hunerî ya kurdî-erebî hat vekirin
25 tebax, 2025   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Serokkomariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Bexdayê bi amadebûna Serokkomar Letîf Reşîd, Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê Ehmed Fekak Bedranî, Wezîrê Jîngehê Helo Eskerî, her wiha rewşenbîrên Bexda û Herêma Kurdistanê, Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî-Erebî hat vekirin.

Hat diyarkirin ku vekirina vê navendê ji bo xurtkirina peywendiyên çandî yên di navbera netewa Kurd û Ereb de wê xwedî giringiyeke zêde be.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê li vê navendê rewşenbîrên Kurd û Ereb ji bo pêşxistina hemahengiya fikrî û rewşenbîrî, her wiha ji bo xurtkirina peywendiyên civakeke demokratîk bixebitin.