Hîlala Zêrîn ji bo zarokan kursên şano û muzîkê dan destpêkirin

Navenda Hîlala Zêrîn a Hesekê dest bi kursên şano, muzîk û dîlanê yên havînê ji bo zarokên keçîn kir. Rêvebera navendê diyar kir ku zarok bingeha pêşerojê ne û perwerdekirina wan di hunerê de dibe alîkar ku nifşekî nû were gihandin ku bikare çanda xwe biparêze.

Hîlala Zêrîn ji bo zarokan kursên şano û muzîkê dan destpêkirin
26 hezîran, 2026   04:55
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Hesekê dest bi vekirina kursên havînê yên taybet ji bo zarokên keçîn ên 7 heta 17 saliyê kir. Perwerde bi armanca pêşxistina jêhatiyan û xurtkirina girêdana nifşên nû bi dîrok, ziman û folklora kurdî re hatiye organîzekirin.

Ji rêveberên Navenda Hîlala Zêrîn a Hesekê Bêrîvan Ebdurehman Hisên diyar kir ku li navendê bernameyên ji bo kesên di navbera 20 û 30 saliyê de jî hene.

Bêrîvanê diyar kir ku navenda niha li bi giranî li ser perwerdehiya şanoyê mijûl dibe ku nêzîkî 2 meh berê dest pê kiriye, her wiha komên govendên gelêrî yên ji bo keçên 10-15 salî jî hene.

Bêrîvan Hisên destnîşan kir ku komên şanoya zarokan ji 8 endaman û yên ciwanan jî ji 10 endaman pêk tên. Bêrîvanê da zanîn ku navendê vê dawiyê çalakiyeke taybet ji bo zarokan li dar xist û ew beşdarî festîvaleke şanoyê bûn û şanoya "Em herin seyranê" pêşkêş kir.

Bêrîvanê da zanîn ku zarok bingeha siberojê ne, lewma navenda wan bi zarokan re mijûl dibe. Her wiha diyar kir ku armanc ew e ku zarokan ji temenê biçûk ve bi çand, ziman û dîroka xwe bidin nasîn, wan perwerde bikin ku xwe bi pêş ve bibin û nifşên nû bigihînin ku dê vê mîrateya çandî bidomînin.

Bêrîvan Ebdurehman Hisên di dawiyê de got armanca navendê parastina ziman û çanda kurdî ye û da zanîn ku ziman beşeke bingehîn a nasnameyê ye.

(k)

ANHA