Pervîn Buldan: Rapor doza Kurd çareser nake, lê qonaxeke nû ye

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan rexneyên li ser rapora komîsyona meclisa Tirkiyeyê mafdar dîtin û diyar kir ku ev rapor doza Kurd çareser nake lê qonaxeke nû ye û got “Niha qonaxa ku em gihaştinê, entegrasyona ku bi perspektîfeke demokratîk cudahiyan diparêze, bêyî ku beşên cuda yên civakê hev înkar bikin, li derdora hevpeymanekê kombûyîn e.”

Pervîn Buldan: Rapor doza Kurd çareser nake, lê qonaxeke nû ye
27 sibat, 2026   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Têkildarî pêkanîna entegrasyona demokratîk, erkên dikevin ser partiyên siyasî û beşên civakî, erka meclisê û astengiyên li pêşiya pêvajoyê, me bi endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan re hevpeyvînek çêkir. 

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK MÎSOGERIYA ZAGON, PÎVAN Û HIQÛQA SIYASÎ YE

Di hevdîtina dawîn a li Îmraliyê de Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ev hevdîtina entegrasyona demokratîk e. Divê ev daxuyanî çawa bê fêmkirin?

Ev mijar pir girîng e, ji ber ku pisûlaya qonaxeke nû ye. Dîsa di hevdîtina dawîn de got “Em ê çawa bi hev re bijîn?” Bersiva wê jî entegrasyona demokratîk e. Birêz Ocalan îşaret bi “hevdîtina ketin-destpêkirina entegrasyona demokratîk” kir, ev tê wê wateyê ku mijarê tenê wek bêdengbûna çekan nabîne, di esasê xwe de wek mîmariya siyasî-civakî ya jiyana bi hev re dike. Entegrasyona ku li vir qalê dike ne asîmîlasyon e; hişmendiya yekbûneke ku xwe dispêrê nebûna înkarê, li ser bingeha hemwelatîtiya wekhev, mîsogeriya zagon, pîvan û hiqûqa siyasî ye. Yanî banga ji “aştiya negatîf” derbasbûna “aştiya pozîtîf” e. Mijara bingehîn a di nêzîkatiya birêz Ocalan de ew e ku doza Kurd ji qalibên ewlehiyê derxe, bîne rewşa mijareke siyaseta demokratîk, hevpeymana civakî û jiyana hevbeş. 

Li vir mijareke din a ez dixwazin balê bikişînim ser ev e; di salên 1990’î de birêz Ocalan pirtûka bi navê “Divê Mirov Çawa Bijî?” weşand. Em hewl didin di sala 2026’an de bersivekê bidin vê berhema bi navê “Divê Mirov Çawa Bijî?”. Erê, çawa bijîn? Ji bo birêz Ocalan ev pirs her tim zindî ye. Ev pirs tevahiya pirsên din digire nava xwe. Niha qonaxa ku em gihaştinê, “entegrasyona ku bi perspektîfeke demokratîk cudahiyan diparêze, bêyî ku beşên cuda yên civakê hev înkar bikin, li derdora hevpeymanekê kombûyîn e”. Bersiva ku bidin vê pirsê jî ev e.

‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî’ rapora xwe ya der barê pêvajoyê de amade kir û pêşkêşî meclisê kir. Der barê raporê de we jî hinek rexne anîn ziman. Li gel van rexneyan li gorî we ev rapor dikare destpêkirina entegrasyona demokratîk îfade bike?

‘RAPOR DOZA KURD ÇARESER NAKE, LÊ QONAXEKE NÛ YE’

Bê guman dikarin der barê raporê de gelek tiştan bînin ziman. Dê rexne jî hebin ku piraniya wan heta dawiyê mafdar in. Ev rapor wek belgeyek e ku cara yekemîn e di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, di meclisa Tirkiyeyê de bi îmzeya 5 partiyan rê ji siyaset û zagonan re vedike. Erka me ne ew e ku em vê rêyê kêm bibînin, an jî pîroz bikin; erka me ew e ku di her alî de zorê bidin vê rêyê û bi pêş de bibin.

Em vê raporê ne wek “gotina dawîn”, wek destpêka qonaxeke nû dibînin. Em dizanin ku ev rapor doza Kurd çareser nake, yan jî xebateke wisa ya raporê tune ye. Hişyariya birêz Ocalan jî ew bû ku rapor li gorî rastiya civakê be. Li gel tevahî kêmasiyan jî, em dibêjin divê ‘em li ser zemînek ku pêşiya siyasetê negirin, derbasî dem û cihek nû bibin’. Em dibêjin ku divê li gorî rastiya civakî be. Rêya wê jî ew e ku çarçoveya di raporê de hatiye xêzkirin, demildest bikeve meriyetê. Dema derbasî pêvajoya çêkirina zagonên şênber bibe, bê guman dê pêşiya destpêkirina entegrasyona demokratîk jî vebe. Xala ku em gihaştinê êdî ne dema daxuyaniyên niyeta baş e.

Li gorî daxuyaniyên tên dayîn dê ji niha û pê ve giraniya xebatan di meclisê de bimeşin. Gelo meclis dê bikare di derbaskirina rexneyan de rola xwe bilîze?

Ji niha û pê de tu karê meclisê yê ji vê pîroztir tune ye. Israra me ya di siyaseta demokratîk de, heman demê de ew e ku ev pêvajo di meclisê de bimeş e. Siyaseta demokratîk a ku bikeve şûna tundî û cudakariyê, weke “nan û avê” pêwîstiyek a civakê ye, zemînek jiyanî ye.

Pêwîst e li şûna zimanê “tesfiye/ewlehiyê”, têgehên ‘lihevkirin, pîvanên hiqûqî, hemwelatiya/ê azad, demokrasiya herêmî û civaka demokratîk’ bên karanîn. Cihê ku vê pêk bîne û bi sazî bike meclis e. Meclis ne tenê navnîşanek teknîkî ye, navenda rewabûna siyasî ya entegrasyona demokratîk û berhemdariya hiqûqî ye.

‘PARTIYÊN SIYASÎ Û BEŞÊN CIVAKÎ NEÇAR IN BIBIN KIRDEYÊN AKTÎF’

Partiyên siyasî û beşên civakî ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk roleke çawa dilîzin?

Tişta ku me di destpêkê de îfade kir ev bû; di serî de partiyên siyasî, beşên civakî ne temaşevanên pasîf ên aştiyê ne, neçarin bibin kirdeyên aktîf ên avaker. Sendîka, tevgerên jin û ciwanan, ronakbîr, civakên baweriyan û rêxistinên meslekî jî divê bibin garantiya (mîsogeriya) civakî. Eger em bixwazin li şûna tirsê hêviyê, li şûna înkarê heqîqetê, li şûna bêdengiyê beşdariya demokratîk mezin bikin, tenê ev bi xwestina herkesî ya aştiyê ve gengaz e.

‘JI ALIYÊ ZAGONÎ VE DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’

Li gorî we astengiyên li pêşiya pêvajoyê çi ne û ji bo ev astengî bên derbaskirin divê çi bê kirin?

Niha tişta herî girîng û jiyanî; erka mekanîzmaya rêveberiyê ew e ku hinek gavên şênber biavêje. Dê ev baweriya bi pêvajoyê pir bi hêz bike. Ji ber ku em rû bi rûyî kêliya herî girîng a dîroka siyaseta Tirkiyeyê ne. Her wiha em ji serhatiyên pevçûn-çareseriyê dizanin ku xeteke pir zirav di navbera “dîrok nîvîsandinê û ji dîrokê rabûnê” de heye. Em di demên ketina dîrokê de ne. Em di demên ku êdî divê biryar bikevin pratîkên de ne. Hemû hewl û derdê me ev e. Pêwîst e em vê ji dest bernedin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawîn de bi awayekî zelal anî ziman. Got “Divê mîmariya zagonî ya ji entegrasyonê re pêwîst, bê avakirin”.

Birêz Ocalan dibêje ‘pêwîst e siyaset biaxive’. Li vir qesta axaftinê, pêşniyar û tevkariya ji bo çareseriyê ye. Eger berevajî vê bê kirin, dê xitimîn û mijûlkirinê bi xwe re bîne. Dema em di vî alî de lê binêrin, em dikarin bêjin “Di ser meclisê re, çarçoveyeke xwe dispêre rastiya civakî û mîsogeriya hiqûqî; pêwîst e gavên bisazîkirina demokrasiyê, welatîbûna azad û beşdariya giştî bên avêtin”.

Tê payîn ku Şandeya Îmraliyê di 27’ê Sibatê de têkildarî pêvajoyê daxuyaniyeke berfireh bide.

ANHA