ENKS’ê encama hevdîtina li Şamê aşkera kir

ENKS’ê encama hevdîtina xwe ya bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê û wezîrê wê yê karên derve re aşkera kir.

ENKS’ê encama hevdîtina li Şamê aşkera kir
4 sibat, 2026   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya desteya serokatiyê ya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) duh (3 Sibat 2026) li Şamê bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri re hevdîtin pêk anî. Şandeyê 2’yê heman mehê de bi wezîrê karên derve yê hikumeta demkî Esed El Şeybanî re hevdîtin kiribû. ENKS’ê îro bi daxuyaniyekê encama hevdîtina li Şamê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di hevdîtinê de pirsgirêkên nîştimanî, bi taybet pirsgirêka Kurd, rêbazên dan û standinan wekî mekanîzmeya çareserkirina bidawîkirina şer û avakirina Sûriyeya nû, hatin nîqaşkirin. ENKS’ê helwesta xwe ya nîştimanî ya ji destpêka damezirandina tevgera siyasî ya kurdî ve vegot û diyar kir ku ew banga Sûriyeya demokratîk dike ku mafê neteweyî ya gelê Kurd di çarçoveya yekitiya nîştimanî de mîsoger bike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "ENKS’ê biryara 13’an pêşwazî kir û wek gaveke erênî pênase dike. Her wiha xwest mafê neteweya Kurd di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin ku pirrengiya neteweyî û olî nîşan bide. Di heman demê de edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de pêk bîne."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Serok Ehmed El Şeri anî ziman ku divê zilmên ku berê li ser Kurdan hatine kirin, werin çareserkirin. Teqezî li ser beşdariya Kurdan di hemû qadên avakirinê de, pabendbûna bi diyalogan û rêgirtina li ber gotinên nefretê, pêşxistina baweriyê, pêkanîna ewlehî û îstîqrarê û avakirina dewleta qanûnê û saziyan kir."

(b)