Heyva Sor a Kurd û Kanal 8’ê 45 ton derman radestî Desteya Tenduristiyê kirin

Heyva Sor a Kurd a Başûr û Kanal 8’ê 45 ton derman ji Heyva Sor a Kurd re şandin û ew radestî Desteya Tenduristî ya Kantona Cizîrê kirin.

Heyva Sor a Kurd û Kanal 8’ê 45 ton derman radestî Desteya Tenduristiyê kirin
Heyva Sor a Kurd û Kanal 8’ê 45 ton derman radestî Desteya Tenduristiyê kirin
Heyva Sor a Kurd û Kanal 8’ê 45 ton derman radestî Desteya Tenduristiyê kirin
Heyva Sor a Kurd û Kanal 8’ê 45 ton derman radestî Desteya Tenduristiyê kirin
Heyva Sor a Kurd û Kanal 8’ê 45 ton derman radestî Desteya Tenduristiyê kirin
Heyva Sor a Kurd û Kanal 8’ê 45 ton derman radestî Desteya Tenduristiyê kirin
4 sibat, 2026   14:53
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd îro li Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliya hevseroka Heyva Sor a Kurdî Dilgeş Îsa ve bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî jî ji aliyê Hediya Ebdullah ve hate xwendin.

Hate diyarkirin ku Heyva Sor a Başûr û Kanal 8’ê 45 ton derman şandin ji Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo re û hate gotin: “Heyva Sor hemû derman radestî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê kirin, ev derman dê li 6 nexweşxane û nêzî 20 klînîkên tenduristiyê bên belavkirin."

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber derfetan û nebûna rê ev derman derbasî bajarê Kobanê nabin, lê dê hewl bidin derbas bikin.

ANHA