Endamên partiyên siyasî: Dewleta Tirk naghêje armanca xwe

Endamên partiyên siyasî yên Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşdeçûnên li Herêmê û her destkeftiyeke Rêveberiya Xweser ve girê da û diyar kir ku bi her destkeftiyeke gelên herêmê yên bi rêya Rêveberiya Xweser û QSDˊê re êriş zêde dibin.

Endamên partiyên siyasî: Dewleta Tirk naghêje  armanca xwe
8 ÇILE, 2024   04:35
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike hewldanên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna ewlehî û îstîqrarê û pêşkêşkirina çareseriyan ji krîza Sûriyeyê re asteng bike, nexasim piştî Hevpeymana Civakî ya nû di gelek aliyên siyasî yên Sûriyeyê de pêşwaziyeke mezin girt. 

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mehmûd Çimo diyar kir ku êrişên zêde yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemwextî erêkirina gelên herêmê li ser Hevpeymana Civakî ya nû ne tesaduf in, ew êriş bi armanca pêşketina Rêveberiya Xweser asteng bikin.

Çimo îşaret bi dûrutiya dewleta Tirk a dagirker kir û got dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta qirkirinê dimeşîne û sûcên şer pêk tîne û divê li gor wan were cezakirin.

Li aliyekî din jî seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Asya Hisên anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide sûriyeyiyan koçber bike da ku herêm dagir bike û di êrişên xwe xwe jêdera jiyanê û qûta wan hedef digire.

Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ednan Xelîfe êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewama siyaseta li dijî projeya neteweya demokratîk, da ku Rêverberiya Xweser bi pêş nekeve û ew proje li xaka Sûriyeyê û welatên cîran belav nebe.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisênf anî ziman ku ev êrişên li gel bêdengiya navneteweyî nîşan dide ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrûbeya wan a Rêveberiya Xweser di komployê re derbas dibin.

El Hisên diyar kir ku komploger nagihînin armancên xwe, ji ber gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî ne û bi Rêverberiya Xweser ve girêdayî ne û gelên herêmê di oxira parastina destkeftiyên xwe de amade ne fedakariyê bidin.

(fr)

ANHA