Di demeke nêzîk de  Festîvala Şanoyê ya Mîtan dest pê dike

5’emîn Festîvala Şano ya Mîtan dê 10’ê Çileyê bi dirûşma "Veger nêz e, em bi hêvî ne" li Şehbayê dest pê bike.

Di demeke nêzîk de  Festîvala Şanoyê ya Mîtan dest pê dike
Di demeke nêzîk de  Festîvala Şanoyê ya Mîtan dest pê dike
Di demeke nêzîk de  Festîvala Şanoyê ya Mîtan dest pê dike
Di demeke nêzîk de  Festîvala Şanoyê ya Mîtan dest pê dike
Di demeke nêzîk de  Festîvala Şanoyê ya Mîtan dest pê dike
8 ÇILE, 2024   05:36
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Amadekariyên 5’emîn Festîvala Mîtan a Şanoyê têne kirin. Festîval wê 10’ê Çileyê bi dirûşma "Veger nêz e em bi hêvî ne" li Şehbayê dest pê bike. Festîvala Şanoyê ya Mîtan a yekemîn sala 2014’an li Efrînê hat lidarxistin. Festîvala duyemîn û sêyemîn jî li Efrînê pêk hat. Festîvala 4’emîn sala 2020’î  li kampeke koçberên Efrînê ya li Şehbayê hat lidarxistin. Festîvala 5’emîn dê li navçeya Ehdasê ya Şehbayê were lidarxistin.

Derhênera şanoyê û endama Komîteya Amadekar a Festîvala Mîtan Zeyenb Mihemed bal kişand  ku di navbera 4 festîvalan de cudabûn hebûn û got: "Me 3 festîval li Efrînê li dar xistin. Festîvala 4’emîn li Şehbayê hat lidarxistin. Di navbera her çar festîvalan de cudabûn hebûn, lê belê festîvala 4’emîn ku li wargeha penaberiyê ya li Şehbayê di nava şert û mercên zehmet de pêk hat, lê ruxmî vê yekê bi awayekî serkeftî derbas bû."

7 ŞANO WÊ WERIN PÊŞKÊŞKIRIN

Der barê amadekariyên lidarxistina festîvala 5’emîn de Zeyneb Mihemed diyar kir ku wê festîval bi dirûşma "Veger nêz e, em bi hêvî ne" were lidarxistin û wiha pê de çû: "Wekî şanoger me dît ku ev dirûşm a baştirîn e ku hestên me îfade dike. Em ê di demên pêş de şanoyan li ser erdê xwe pêşkêş bikin."

Zeyneb Mihemed diyar kir ku li Şehbaye ruxmî dorpêç, êriş û zehmetiyên jiyanê wan vîneke xurt dest bi amedekariyên festîvalê kirine. Derbarê tevlêbûna festîvalê de Zeyneb got: "Ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Reqa, Tebqa, Hesekê û Kobanê, her wiha ji Başûrê  Kurdistanê wê tevlêbûn hebe. Dê 7 şano bên pêşkêşkirin. Em dixwazin çanda hemû pekhateyan û gelan nas bikin û çanda Efrînê bi wan bidin nasîn."

Zeyneb Mihemed destnîşan kir ku wê festîval 10’ê Çileyê wekî her sal bi karnavalekê dest pê bike û 8 rojan dewam bike.

Derhênera şanoyê û endama komîteya amadekar a festîvalê Zeyneb Mihemed got dê her rojekê şanoyek were pêşkêşkirin û di roja dawîn de spasname werin pêşkêşkirin.

(bb)

ANHA