Endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê hatin hilbijartin

Di kongreya PYD`ê de 90 endam ji bo Meclisa Giştî ya partiyê hatin hilbijartin.

Endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê hatin hilbijartin
Endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê hatin hilbijartin
Endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê hatin hilbijartin
22 îlon, 2024   23:58
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh di kongreya xwe ya 10`an de ku bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîk” li Hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist û rewşa siyasî, rêxistinî, bernameya xwe ya siyasî û rêziknameya xwe nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan û bi erêkirina endaman, guhertin di piraniya bendên rêziknameyê de hatin çêkirin.

Her wiha Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên PYD`ê hatin hilbijartin.

Yek ji guhertinên di rêziknameyê de çêbûye, guhertina hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê bû ku berê 145 bûn lê di kongreyê de 90 endam hatin hilbijartin. 8 nûnerên meclisê yên li Ewropayê jî hatin hilbijartin ku 4 mêr in û 4 jî jin.

Sazûmaniya Meclisa Giştî ya nû bi vî rengî ye: 15 endam li Navenda Giştî, 13 Rêveberiya Xweser, 7 ciwan, 4 Başûrê Kurdistanê, 1 Lubnan, 1 Şam, 8 Ewropa, 4 Kantona Efrîn û Şehbayê, 4 Heleb, 4 kantona Firatê, 3 kantona Minbicê, 3 kantona Dêrazorê, 2 Kantona Reqayê, 1 Kantona Tebqayê, 10 Hesekê û 10 Qamişloyê.

(şx)

ANHA