Endamên Kongra Star tev li seferberiya giştî bûn

Endamên Kongra Star li bajarên Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Cizîrê, tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand. Jinan diyar kir ku ew ê li kêleka hêzên parastinê herêmên xwe biparêzin.

Endamên Kongra Star tev li seferberiya giştî bûn
Endamên Kongra Star tev li seferberiya giştî bûn
Endamên Kongra Star tev li seferberiya giştî bûn
Endamên Kongra Star tev li seferberiya giştî bûn
Endamên Kongra Star tev li seferberiya giştî bûn
Endamên Kongra Star tev li seferberiya giştî bûn
20 ÇILE, 2026   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Kongra Star li bajarên Amûdê, Tirbesiyê û Çilaxa îro li ber navendên kongreyê yên li wan bajaran daxuyanî dan û tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku bûyer û komkujiyên li herêmên Rojava li dijî gelê Kurd têne kirin, li dijî hemû regez û nirxên mirovî ne. Her wiha bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî Rojava, hewldaneke tunekirina gelê Kurd e.

Jinan di daxuyaniya de tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku ew ê li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bin.

Çalakiyên xwendina daxuyaniyan bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bûn.

(k)