Li Humsê di êrişa çekdarî de 2 kes hatin qetilkirin

Li Humsê çekdarên nenas êrişî dikanekê kir, 2 kes hatin qetilkirin û yek birîndar bû.

Li Humsê di êrişa çekdarî de 2 kes hatin qetilkirin
19 cotmeh, 2025   22:21
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê da zanîn ku çekdarên nenas ku li motorsiklêtekî siwar bûbûn li ber dikanekê li ser rêya Bab El Dirêb a bajarê Humsê sekinîn, welatiyên di hundirê dikanê de gulebaran kirin. Di encamê de welatî Îbrahîm Salih El Elî (Îbrahîm Esfûr) û hevjîna wî Suad Wenûs hatin qetilkirin û welatî Racih Eqûl birîndar bû.

Li hemberî dubarebûna sûcên kuştinê şêniyan hêrs û bertekên tund nîşan da.

Ev di demekê de ye ku li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rewşa bêaramiyê û tunebûna qanûnan, berdewam e, pêk tê.

Nûçegihana me li ser zimanê şêniyan got, "Sûcên qetilkirinê yên bi ajoyên mezhebperestî li bajarê Humsê zêde dibin. Rojane welatî ji bo kîndarî û mezhebperestiyê tên qetilkirin."

(mh/fr)

ANHA