KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî kir

KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî kir ku zextan li Tehranê bikin daku êrişên xwe bide sekinandin.

KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî kir
24 tîrmeh, 2026   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Mafên Mirovan û Komîsyona Jîngehê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li dijî sûcên şer û talana xwezayê ku ji aliyê artêşa Îranê û komên çekdar ên hevalbendên wan ve li Herêma Kurdistanê tên kirin, daxwaznameyek fermî û lezgîn ji Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên mafên mirovan û rûmetên navdewletî re şand.

Di daxwaznameya KNK’ê de hate diyarkirin ku ji destpêka sala 2026’an ve heta dawiya meha Tîrmehê, zêdetirî 900 êrişên mûşekî û dronî li ser ax, daristan û deverên jiyanî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin. Li gorî daneyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tenê di navbera 28’ê Sibatê heta 20’ê Nîsana 2026’an de, nêzîkî 809 êriş (701 êrişên dronên xwekuj û 108 mûşek) hatine qeydkirin.

KNK’ê di daxwaznameya xwe de got; ‘‘Tîma CPT bal kişandiye ser wê yekê ku di sê mehên ewil ên vê pevçûnê de 751 êriş hatine kirin, ji van 298 êriş raste rast ji aliyê artêşa pasdaran ve û 453 êriş jî ji aliyê komên çekdar ên Iraqî yên ser bi Îranê ve hatine meşandin.’’

KNK’ê derbarê bikaranîna çekên qedexekirî de, da zanîn ku belgeyên xeternak hatine nişandan, di 19’ê Tîrmeha 2026’an de, di êrişeke dronî ya artêşa pasdaran a li ser baregeheke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a li gundewarê Hewlêrê de, teqemeniyên tevlîheviya ‘fosfora spî’ hatine bikaranîn ku di encamê de laşe 9 pêşmergeyan şewitî û nîşaneyên jehrîbûnê derketin hoolê.

Di beşeke din a daxwaznameyê de KNK’ê behsa karesata jîngehê dike û dibêje; ‘‘Ji ber van êrişan bi sedan donim ji daristanên Çiyayê Goyjeyê yê li Silêmaniyê, bax û rezên devera Zergwêzê şewitîne. Bbikaranîna fosfora spî xak û avê jehrî dike û dibe sedema tirşbûna xakê ku ev pêvajo bixwe jîngehkujiyeke xeternake û li gorî protokola sêyemîn a peymanê wekî sûcê şer tê dîtin.’’

Di dawiyê de KNK ev daxwaz ji civaka navdewletî dike; ‘‘Lîjneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li ser bikaranîna fosfora spî lêkolîna meydanî bikin.

Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) nirxandinê ji bo ziyanên jîngehê bike.

Hikûmeta Iraqê rênivîsên qanûnî yên li Neteweyên Yekbûyî bigre ber xwe û zexta dîplomasî bixe ser Îranê daku êrişên xwe yên hov bide sekinandin.’’