Buhar Ewrîn: Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` çandek ava kir

Endama Akademiya Jineolojî Buhar Ewrîn destnîşan kir ku Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` bûye herêmî û cîhanî û got, serhildanê çanda berxwedana di zindan de ava kir.

Buhar Ewrîn: Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` çandek ava kir
16 îlon, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Bi boneya 3`emîn salvegera 3’yemîn a Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê "Polîsên Exlaq" yên rejîma Îranê dest pê kir, endama Akademiya Jineolojî Buhar Ewrîn ji ANHA`yê re axivî. 

Buhar Ewrîn di destpêka axaftina xwe de di şexsê Jîna Emînî de hemû şehîdên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" bi bîr anîn û got " Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` bûye herêmî û cîhanî. Di van salan de gelek çalakî û êş jî çêbûn, lê serhildan bi hemû hêza xwe berdewam dike. Dibe ku bi şêwazê çalakiyên di nava kolanan de tune be, lê çandek û berxwedana di zindan û kolanan de ava kir. Karektera tevgerên civakî yên sedsala 21`emîn bi vî awayî ne, reng diguherin, têk naçin û tenê bi şêwazên ciyawaz xwe didomînin. Çalakiyên girtiyên siyasî bi taybet jin bûne çavkaniya îlham û berxwedanê. Ji bo wê mirov dikare bibêje di 3 saliya serhildanê de gelek guhertin û veguhertin çêbûne, dibe ku nikarîbû guhertineke radîkal di sîstemê de ava bike, lê di heman demê de zextek li ser dewletê çêkir, karetktera sîstema li Îranê derxist holê, ev yek bixwe gelekî girîng e. Serhildanê guhertinên civakî, çandî û hişmendî çêkir. Li gorî çand û erdîngariya Rojhilata Navîn heke bê xwestin guhertin çêbibe. Divê bi şoreşeke hişmendî û civakî be. Karektera tevgera `Jin, Jiyan, Azadî` bi vî awayî bû. Bi şoreşeke siyasî em nikarin pirsgirkê civakê çareser bikin.”

`DIVÊ JI BO SERHILDAN BIGIHÎJE ARMANCA XWE GELEK XEBAT WERE KIRIN`

Buhar Ewrîn da zanîn ku ew nikarin Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` ji têkoşînên berê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çêbûne cuda bigirin dest  û ev li axaftinên xwe zêde kir. Serhildana  Jiyan, Azadî hafîzyeke komî ye bi peyvan xwe îfade dike. Ev serhildan berhemê tevgera azadiyê ya jinên Kurd e ku nêzî 50 salî derketiye û hîna jî bi hemû awayên xwe dewam dike. Ji bo ku ev serhildan bighêje armancê xwe divê di milê rêxistinî û stratejîk de gelek xebatên bên kirin."

`QANÛN Û ZEXTÊN LI SER JINAN, HIŞT KU HÊRS Û BERXWEDAN DERKEVE`

Buhar Ewrîn li ser asta ku serhildan gihiştiye jî ev nirxandin kir "Pêwîst e mirov faktora zeman û mekan di vê mijarê de bibîne. Niha sedsala 21`emîn e û şerê cîhanê yê sêyemîn heye. Li gorî wê yê yekemîn û duyemîn xwedî karekterên cuda ne, ew ne tenê li ser esasê qirkirina fîzîkî ne, di heman demê de qirkirina çandî, jin û xwezayê ye. Weke mekan jî di hundirê erdîngariya Rojhilata Navîn de ev serhildan tê jiyankirin, ev erdîngarî nêzî 100 salane di nava şerekî de ye. Hemû şaristanî, ol û civakîbûn di vê herêmê de çêbûne. Em dibînin ku herêm bûye navenda krîzê û desthildariya dewletan. Tiştî şoreşa Îranê ya sala 1979`an û hatina hikumeteke din, destpêkê êrişî mafên ku jinan ji bo wê têkoşîn kiribûn, hate kirin. Gelek qanûn û şêwazên zextê ji bo kontrolkirina jinan derkete holê, yek ji wan jî qanûna hicaba bi zorê bû. Bi salan ev qanûn bû yek ji sedemên pevçûnên di navbera jinan û hikumetê de. Dewleta Îranê bi rêya van qanûnan, hewil da ku jinan di sînorên malê de bihêle, jin di hêlên civakî û siyasî de dane aliyekî, ev bû sedem ku hêrsek çêbibe û di heman demê de berxwedanek jî çêbibe.”

`DI DÎROKA ÎRANÊ DE SERHILDANA `JIN, JIYAN, AZADÎ` MÎNAKEKE`

Buhar Ewrîn da zanîn ku bi salan jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi awayên cuda çalakî dikin, Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` asta herî jor a berxwedana wan bû û ev li gotinên xwe zêde kir " Di dîroka şoreş, tevger û serhildanên li Îranê de Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` mînak e. Di aliyê siyasî û fikrî de gelek pêşketin çêbûne, ev berhemê zanebûna jinên li Îranê bû ku serî li hemberî nêzîkatiyên Îranê rakirine."

Di berdewama axaftina xwe de Buhar Ewrîn destnîşan kir ku li Îranê pêwîstî bi sîstemeke demokratîk, çanda demokrasiyê, wekhevî û azadiyê heye û got: " Mixabin dewleta Îranê û gelek dewletên din nava wan de têkoşîna gelan heye, li hemberî daxwazên gelan bêdeng mane, yan jî bi rêya darvekirin û êrişan dixwazin van daxwazên gelan bêdeng bikin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje `sedsala 21`emîn sedsala Şoreşa Jinê ye` em jî vê rastiyê dibînin. Jinên li Rojhilata Navîn bi rêya olparêzî, neteweparêzî û kevneperestiyên civakî rastî zilm û zorê tên, daxwaza wan ew e civakek li ser esasê azadî û wekheviyê were avakirin."

`DIVÊ ÎRAN DEST JI SÎSTEMA ÎNKARKIRINÊ BERDE`

Buhar Ewrîn bal kişand ser banga `Aştî û Civaka Demokratîk` a Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku ev bang manîfestoya serdema heyî ye û wiha domand "Bi salane herêm bûye dorhêla xwîn, şer û pevçûnê, ji ber vê yekê dibe ku pêvajoyeke aştî û giftogoyê pirsgirêkên gelan bi taybet pirsgirkêka ku bi rêyên siyasî, qanûnî û hiqûqî çareser bike. Pirsgirêka Kurd bûye meseleya kilîtê di herêmê de, heke pirsgirêka Kurdan bi awayeke siyasî, qanûnî û hiqûqî were çareserkirin, hingî em dikarin bêjin hemû dewletên din jî mecbûr in vê pirsgirêkê çareser bikin. Wê demê hemû gelên din jî dikarin bigîhijin mafê xwe, ji bo wê pêvajoya ku niha li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, li Rojhilatê Kurdistanê jî pêvajoyeke wiha pêwîste dike. Rêbertî jî dibêje `aştî ji şer zehmetir e` niha dema azadiyê ye. Her çar dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye dabeşkirin, her dem hebûna Kurd înkar kirin. Mafê xwe rêvebirinê yê her neteweyekê heye. Dewleta Îranê jî divê êdî Îran jî dest ji sîstema xwe ya înkarker ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan berde.”

Buhar Ewrîn diyar kir ku di van 20 salên dawîn de, herî zêde jinan li ber xwe dane û got,  bi pêşengtiya jinên Kurd gelek konferans û çalakî çê dibin, jin bi yekitiya xwe dikarin gava herî girîng di vê pêvajoyê de bavêjin.

ANHA