Encama hevdîtina serokê îstixbarata Misrê û yê Îsraîlê

Gelek raporan da zanîn ku serokê ewlekariya giştî ya hundirîn a Îsraîlê (Şabak) û serokê îstixbarata Misrê li Qahîreyê bi awayekî nihênî civiyan. Raporan diyar kir ku di civînê de hewldanên pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de bi bin ketin. Her wiha danûstandinên li ser dîlgirtiyan jî heta piştî hilbijartinên Amerîkayê hatin paşxistin.

Encama hevdîtina serokê îstixbarata Misrê û yê Îsraîlê
14 cotmeh, 2024   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Îsraîlî ragihand ku serokê ewlekariya giştî ya hundirîn a Îsraîlê (Şabak) Ronen Bar bi serokê îstixbarata Misrê Ebas Kamil re li Qahîreyê bi awayekî nihênî civiya. Di civînê de şerê Hemas û Îsraîlê hat nîqaşkirin.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê diyar kir ku ji meha Tebaxê ve ev cara yekemîn e ku herdu alî bi hev re dicivin.

Her wiha çavkaniyekî têkildar ji malpera Axios a Amerîkayê re da zanîn ku di civînê de mijarên wekî dan û standinên li ser dîlgirtiyan û agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de hatin nîqaşkirin.

Malperê da zanîn ku di encama danûstandinên çend hefteyên dawîn de krîzeke mezin di navbera Îsraîl û Misrê de derket.

Malperê ku xwe spart çavkaniyeke nenas diyar kir ku Bar bi Kamil re mijara domandina danûstandinên li ser girtiyên Xezayê û vegerandina têkiliyê bi serokê Hemasê re Yehya El Sinwar, nîqaş kirin.

Girêdayî wê, rojnameya El Erebî El Cedîd ragihand ku di encama civînê de hewldanên pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de di dema niha de, têk çûn.

Her wiha diyar kir ku dan û standinên li ser dîlgirtiyan heta piştî hilbijartinên Amerîkayê yên Mijdara bê hatin rawestandin.

Rojnameyê da zanîn ku Bar ji Qahîreyê xwest ku Îranê hişyar bike û agahiyê bide wê ku Îsraîl dê bersivekê di demeke nêz de bide.

(mh)