Embarên Reqayê 8 hezar ton genim wergirtiye

Embarên kantona Reqayê heya niha zêdetirî 8 hezar ton genim wergirtiye. Wergirtina genim ji cotkaran dewam dike.

12 hezîran, 2025   15:47
REQA
MIHEMED XELÎL

Depoyên kantona Reqayê ji 4’ê Hezîranê ve bi awayê dokmayê genim ji cotkaran werdigirin. 

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê beriya wergirtina genim ji cotkaran, tedîbîrên girtibûn.

Der barê wergirtina genim de, hevserokê Komîteya Embar, Aş û Firnan a Kantona Reqayê Sebrî Mihemed ji ajansa me re axivî.

Sebrî Mihemed diyar kir ku wan 4’ê Hezîranê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kiribû û da zanîn ku 3 embar; Kebeş, Selhebiyê û Bedir hatine vekirin.

Mihemed da zanîn ku her sê embaran heya niha zêdetirî 8 hezar ton genim wergirtiye û got ew xebatên cotkaran hêsan dikin da ku demên dirêj di dorê de nesekinin.

Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku 6 embarên ji bo wergirtina genim bi awayê dokmayê hatine vekirin ku têra 70 hezar tonî dikin û got 3 qad ji bo pêşwazîkirina genimên di turban de jî hatine amadekirin ku têra milyonek tonî dike.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê buhayê kirîna toneke genim ji cotkaran bi 420 dolarî diyar kiriye.

Desteyê ku piştgiriyê dide cotkaran, her toneke tovê genim bi 220 dolarî pêşkêşî cotkaran dike, her wiha mazotê li gorî 4 paran bi hezar 350 lîreyên Sûriyeyê pêşkêşî wan dike.

(bb)

ANHA